Konê sersaxiyê yê gerîlayê HPG’ê Elîşêr bi girseyî tê ziyaretkirin

Konê sersaxiyê yê li mala gerîlayê HPG’ê Ahmet Can (Alîşêr Firat) ê ku li navçeya Xelfetî ya Rihayê hate danîn, bi girseyî tê ziyaretkirin.

Konê sersaxiyê yê ji bo gerîlayê HPG’ê Ahmet Can ê bi nasnav Alîşer Firat ê ku di şerê 19-22’yê Cotmehê ku li herêma Oremar a Colemêrgê de jiyana xwe ji dest dabû li mala wan a li Taxa Kantrama ya girêdayî navçeya Xelfetî ya Rihayê hate vedan, bi awayekî girseyî tê ziyaret kirin. Di ziyareta sersaxiyê de rêveberên Şaxên MEYA-DER ê Rihayê, Dayîkên Aştiyê, rêveberên HDP û DBP’ê yên Xelfetiyê, hevşaredarên Xelfetiyê, endamên meclîsa şeredariyê û gelek kes beşdar bûn.

Di ziyareta sersaxiyê de, di serî de ji bo hemû têkoşerên ku di Têkoşîna Azadiya Kurd de jiyana xwe ji dest dane rêz hate girtin. Piştre di çarçoveya ziyaretê de li ser gelê Kurd û têkoşîna azadiyê nirxandin û axaftin hatin kirin.

Li vir hevşaredarê Şaxê MEYA-DER a Rihayê Halîl Çay axivî û diyar kir ku kesên ku di rêya Têkoşîna Azadiya Kurd de jiyana xwe ji dest didin nirxên gelê Kurd in û diyar kir wê layîqî ked û têkoşîna wan bin. Çay destnîşan kir ku Alîşêr Firat ne tenê şehîdê malbata Cane, Şehîd Alîşêr Firat şehîdê Gelê Kurd û Kurdistanê ye.

Piştî axaftinên li ziyaretê û şûn de, sersaxî ji malabata Can re hete xwestin. 

...