Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê destnîşan kir ku şerê ku dewleta Tirk li Kurdistanê dimeşîne, bi planên qirêj, lîstik û medya şerê taybet, hewl tê dayîn weke serketineke mezin bê nîşandan. Medya şerê taybet ji bo xapandina civakê, bi her awayî nûçeyên derewîn diweşîne.
HPG’ê encamên şerê berxwedana mezin a li Kurdistan û çiyê, bi vî rengî parve kir:
“Di çarçoveya pêngava şoreşger a Şehîd Arnos de; 31'ê Cotmehê saet di 11:00 de, hêzên me ji 4 baskan ve li artêşa TC a li ser girê Elîşêr ê li navçeya Gever a Colemêrgê xistin. Gerîlayên me derbên xurt li çeperên li ser gir û derdora wê xistin. Baskê yekemîn 4 çeperên li ser gir, baskê duyemîn 2 çeperên li qada navîn a gir, baskê sêyemîn 4 çeper û 4 kon rûxandin û derbên xurt li leşkerên xistin kemînê dan. Baskê çaremîn ê çalakiyê jî li çeperên li quntara gir xist. Gerîlayên me her wiha li gelek çeperên çekên giran xistin û ew bêbandor kirin. Piştî çalakiyê hêzên me yên gerîla bi hawan û doçkayan li gir dan. Di encama vê çalakiya berfireh de bi giştî 36 leşker hatin kuştin û hêzên me çûn ser 19 cenazeyan. Gerîlayên me çekek BKC, 2 çekên HK-33 û debanceyeke leşkerekî payebilind ji van çeperan rakirin.
Artêşa Tirk saet di navbera 13:00-17:00 de bi balafirên şer, obus, hawan û tankan qada çalakiyê û derdora wê bombe kir. Bi piştgiriya helîkopterên bi tîpa Kobra û balafirên şer, artêşa TC 6 caran bi helîkopterên bi tîpa Skorsky mirî û birîndarên xwe rakir. Di heman demê de hêzên me bi çekên giran li helîkoptereke bi tîpa Skorsky xistin û vê helîkopterê derb xwar. Di vê çalakiyê de 4 gerîlayên me yên bi canbexşane şer kirin, şehîd bûn. Agahiyên li ser nasnameya hevalên me yên şehîd bûne, wê piştre bi raya giştî re werin parvekirin. Ev çalakî di şexsê hevalên Şehîd Medenî û Şehîd Ekîn de ji bo bîranîna hemû gerîlayên me yên di dema dawî de li girê Elîşêr şehîd bûn, hatiye lidarxistin.
Operasyona êvara 29'ê Cotmehê saet di 22:00 de li bejahiya gundên Tilora, Kuçê, Leskan, Muşanê, Terê, Memkava, Xurekanê, Şişemzin, Dodka, Delezê, Dirik û Aylava yên navçeya Gever a Colemêrgê dest pê kir, sibeha 31'ê Cotmehê bi rengekî binketî qediya.
MÊRDÎN
Roja 28'ê Cotmehê, artêşa TC bi desteka maşînên zirxî û cerdevanan li derdora gundên Derqup û Rovr ên navçeya Kerboran a Mêrdînê dest bi operasyonê kir. Di vê operasyonê de li hin cihan di navbera hêzên me û leşkeran de şer derket.
AMED
Balafireke keşfê ya bi tîpa Drone ya li herêma Şehîd Rojhat a navbera navçeyên Licê û Hênê yên Amedê difiriya, bi derbên çekên ferdî yên hêzên me, hat xistin. Ev Drone di destê hêzên me de ne.
ÊRÎŞA HEWAYÎ
31'ê Cotmehê saet di 15:15 û navbera 18:30-19:00 d balafirên şer bombe li gundê Sipê yê li herêma Zapê ya li Herêmên Parastinê yên Medyayê barndin. Her wiha saet di 13:15'an de balafirên şer bombe li qada Kinyanişê barandin.
MEDYAYA ŞERÊ TAYBET NÛÇEYÊN DEREWÎN DIDE
Têkildarî derewên medya şerê taybet; kesekî ku li nava refên me bû û ji ber ku sûc kiribû hatibû girtin, piştre reviya, bi rengekî nepixandî di çapemeniyê de tê nîşandan. Ev yek bêçaretiya dewleta Tirk, binketiya wê nîşan dide. Ew kesê qala wî dikin, di nava refên me de bi erkên girîng ranebûye û têkildarî tevgear me jî agahiyeke xwe nîne.
Rayedarên dewleta Tirk, bi zanebûn mîna ku rayedarekî payebilind girtine bi rêbazên şerê taybet dixwaze bi kar bîne. Me pêwîstî pê dît, ku di vê der barê de gelê xwe û raya giştî li ser rastiya bûyerê agahdar bikin."