YPG: Çete êrîşî Efrînê dikin
Navenda Ragihandina YPG diyar kir ku êrîşên çeteyên giredayî koalîsyona Sûriyeyê ya li dijî Efrînê berdewam dike.
Navenda Ragihandina YPG diyar kir ku êrîşên çeteyên giredayî koalîsyona Sûriyeyê ya li dijî Efrînê berdewam dike.
Navenda Ragihandina Yekîneyên Parastina Gel (YPG) da xuyakirin di çarçoveya van êrîşan de çeteyan ji çeperên xwe yên Ezazê bi çekên giran û hawanan êrîş birin li ser gundê Maranez a giredayî Efrînê û wiha dewam kir; “Li milê Kil Cibrîn jî çeteyan xwestin êrîşî hêzên me bikin, lê piştî bersivdayina hêzên me çete neçar man ji qadê birevin. Hejmara kuştî û birîndarên çeteyan nehat zelalkirin.”
YPG’ê ragihand ku 31’ê Cotmehê piştî nîvro çeteyên DAIŞ’ê êrîş birin li ser çeperên hêzên wan a li rojhilatê gundê Mekmenê û got; “Piştî bersivdayina hêzên me li qadê şerekî demkurt rû da. Piştî şer çete neçar man ji qadê birevin. Hejmara kuştî û birîndarên çeteyan nehat zelalkirin.”