Taxa Gobcelî ya Mûsilê hat kontrolkirin
Hate ragihandin ku artêşa Iraqê danê êvarî Taxa Gobcelî ya Mûsilê ji çeteyên DAÎŞ’ê stendiye.
Hate ragihandin ku artêşa Iraqê danê êvarî Taxa Gobcelî ya Mûsilê ji çeteyên DAÎŞ’ê stendiye.
Di daxuyaniya artêşa Iraqê de hat gotin ku li Taxa Gobceliyê alaya Iraqê hatiye bilindkirin, Serokwezîrê Iraqê Ebadî jî hişyarî da ku eger hêzek derveyî dest li Mûsilê werde wê bi awayekî tund mûxale bikin.
Li gor agahiyan danê êvarî artêşa Iraqê Taxa Gobcelî kontrol kiriye, her wiha televîzyona Mûsilê jî bi dest xistine.
EBADÎ: DESTWERDAN ÇÊBIBE WÊ BERTEKA ME TUND BE
Operasyona Mûsilê dewam dike, her wiha Serokwezîrê Iraqê Haydar Ebadî jî daxuyanieyk girîng da. Ebadî got ku hêzên Iraqî tevlî operasyonê dibin û operasyon jî bi awayekî serkeftî didome. Di dirêjiya axaftina xwe de destnîşan kir ku eger hêzek derveyî hewl bide bikeve Mûsilê wê bi awayekî tund bersivê bidinê.
Têkîldarî operasyona Mûsilê û îhtîmala destwerdanek derve, Ebadî ev bi lêv kirin; “Niha DAÎŞ hildiweşe. Armanca di demek kurt de kontrolkirina Mûsilê ye. Hin welatan digotin paqijkirina Mûsilê xeyal e. Lê di vê mijarê de hêzên me xwe îspat kirin.
Li dijî her hêzên ku êrîşî Iraqê bike, em ê bi tundî bersivê bidin. Em dest li hundirê ti welatî wernadin. Bi heman şêwazî em red dikin ku hêzek dest li karên me yên hundirîn werde û em vê teqez qebûl nakin.”
Dewleta Tirk bi israr digot ew ê tevlî operasyona Mûsilê bibin, lê Serokwezîrê Iraqê Haydar Ebadî li dijî vê daxwazê digot ew ê teqez qebûl nekin. Serokkomarê Tirk Tayîp Erdogan jî li dijî vê gotibû; “Em ê hem li seha hem jî li maseyê bin.” Lê, heta niha li dijî van daxuyaniyên dewleta Tirk rêveberiya Bexdayê ti gav navêtine.
He wiha, tevî ku dewleta Tirk bi awayekî tund li dijî hêzên Heşdî Şabî yên Şîî radibû jî, mîlîsên Şîî 29’ê Cotmehê ji eniya başûrrojava li dijî Tel Aferê dest bi operasyonê kiribûn. Operasyona hêzên Heşdî Şabî dewam dike, her wiha hatibû ragihandin ku li vê eniyê bi dehan gund ji çeteyên DAÎŞ’ê hatin wergirtin.