BI DÎMEN

'Em ê serî li ber operasyonên qirkirina siyasî netewînin'

Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê Selma Irmak, operasyonên qirkirina siyasî yên li Mêrdînê nirxand û got, "AKP û Qesr nikare serî li gelê Mêrdînê û Kurdistanê bide tewandin."

Hêzên dewleta Tirk duh danê sibehê bi rengekî hevdemî li Mêrdîn û hemû navçeyên wê, avêtibûn ser avahiyên DBP'ê yên bajar û navçeyan û malên rêveberên partiyê. Di encama van operasyonên qirkirina siyasî de bi dehan siyasetmedarên Kurd hatibûn binçavkirin. Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê Selma Irmak, ku yek ji girtiya berê ya operayonên qirkirna siyasî ye, piştî operasyonên qirkirina siyasî hat Mêrdînê. Irmak ji ANF'ê re axivî û li ser berxwedana li dijî girtin û binçavkirinan agahî da.

'BERXWEDANA ME YA SIYASÎ WÊ BIDOME'

Irmak da xuyakirin, operasyonên qirkirina siyasî yên li gelemperiya Kurdistanê di rojên dawî de zêde bûne û diyar kir, bi van operasyonan hewl tê dayîn tevgera siyasî ya Kurd ji ser bingeha siyasetê were birin. Irmak destnîşan kir, ku ev armanc wê ti carî pêk neyê û ew ê timî têkoşîna xwe ya siyasî bidomîne. Selma Irmak da xuyakirin, ku ji ber destûra bingehîn AKP nikare partiyan bigire, lê belê bi êrîşên topyekûn, binçavkirin û girtinan, dixwaze di pratîkê de partiya wan bigire.

'GELÊ MÊRDÎNÊ YÊ BERXWEDÊR WÊ VAN ÊRÎŞAN PÛÇ BIKE'

Irmak nerazîbûn nîşanî operasyonên qirkirina siyasî yên li Mêrdînê da û got, "Bi rêya van operasyonan, mîna li herêmên din dixwazin li Mêrdînê jî qada me ya siyasî tine bikin. Armanca operasyonên li Mêrdînê û hemû navçeyên wê hatin kirin, ev e. Lê belê gelê berxwedêr ê Mêrdînê wê van êrîşan pûç bike."

Irmak bibîr xist, hem gelê Mêrdînê hem jî yê tevahiya Kurdistanê, heta niha serî li ber ti ji kevneşopiya dewletê ya qetlîamker û desthilatdar netewandiye û destnîşan kir, wê bi ti awayî serî li ber AKP'ê netewîne.

'AKP NÛNERÊ HERÎ HOV Ê DIJMINATIYA LI KURDAN E'

Irmak da zanîn, dewleta Tirk sîstema xwe li ser dijminatiya li Kurdan ava kiriye û anî ziman, AKP nûnerê herî xetere û hov ê vê ferasetê ye.

Parlamentera HDP'ê ya Mêrdînê Selma Irmak diyar kir, piştî operasyonên qirkirina siyasî yên li Amedê, dor hatiye Mêrdînê û got, mîna girtina Hevşaredarên Amedê Kişanak û Anli û tayînkirina qeyûm, dixwazin pêvajoyeke bi heman rengî li Mêrdînê jî bixin meriyetê.

Irmak destnîşan kir, ku AKP wê ti carî bi ser nekeve û got, "Em ê berxwedana xwe mezin bikin."

BERPIRSYARÊ OPERASYONÊN 'KCK'Ê, AKP YE

Parlamenter Irmak bibîr xist, ku desthilatdariya AKP/Qesrê pêvajoyeke bi heman rengî di salên 2009 û 2011'an de jî xist meriyetê û ragihand, wê demê tevî wê bi hezaran siyasetmedarên Kurd bi operasyonên qirkirina siyasî yên bi navê 'KCK'ê hatin girtin. Irmak bibîr xist, ku desthilatdariya AKP'ê piştre xwest berpirsyariya van operasyonan bixe stûyê cemaetê û got, "Ev dereweke mezin bû, operasyonên wê çaxê hatin kirin plana AKP'ê bûn. AKP'ê xist stûyê cemaetê û bi vî rengî hewl da xwe jê rizgar bikê. Pêkanînên heyî, ji yên salên bihurî qat bi qat dijwartir û ev yek jî plana AKP'ê ye." Irmak ji gelê Kurd xwest bi derewa "cemaetê kir" a AKP'ê nexape.

BANGA LI GELÊ MÊRDÎNÊ

Irmak da xuyakirin, ew ê tevlî parlamenterên HDP'ê, Hevşaredarên DBP'yî û rêveberên partiyê di berxwedana gelê Mêrdînê de cih bigirin û ev bang li gelê Mêrdînê kir: "Roj roja berxwedan û xwedîderketina li rûmeta xwe ye. Gelê berxwedêr ê Mêrdînê wê li pêşberî van êrîşan bêdeng nemîne."