Bi hezaran kesî Roja Kobanê ya Cîhanê pîroz kirin
Bi hezaran welatiyên Kantona Cizîrê, 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê li Amûdê pîroz kir.
Bi hezaran welatiyên Kantona Cizîrê, 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê li Amûdê pîroz kir.
Gelê Kantona Cizîrê bi boneya Roja Kobanê ya Cîhanê li Amûdê meşek li dar xist. Di meşê de Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, TEV-DEM, MSD, nûnerên partiyên siyasî û saziyên civaka sivîl amade bûn.
Bi hezaran kesên ku posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bilind hildan, li Qada Jina Azad kom bûn û ber bi avahiya Yekîtiya Ciwanên Rojava ve meşiyan. Domahiya meşê de dirûşmeyên “Bijî berxwedana Kobanê”, “Bijî berxwedana YPG/YPJ” hatin berzkirin.
Gel ê li ber avahiya Yekîtiya Ciwanên Rojava kom bû, deqeyekê ji bo şehîdên şoreşê rêz girt. Di aktîvîteyê de Endamê Konseya Rêveber a TEV-DEM’ê Aldar Xelîl axivî, 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhaê pîroz kir û got destkeftiyên Şoreşa Rojava bi saya rêxistinbûyina gel e.
Endamê Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) Hîkmet Hebîb jî îfade kir ku berxwedana Kobanê, berxwedanek cîhanî ye.
Hebîb, destnîşan kir ku ji bo xeyalên şehîdên azadiyê pêk bînin û Sîstema Federaliya Demokratîk ava bikin wê têkoşîna xwe bidomînin.
Meş wê bi dirûşmeyan bi dawî bibe.