Şaredariya Amedê piştî tayînkirina qeyûmê ji aliyê polîsan ve hate dorpêçkirin

Piştî ku qeyûm ji bo Şaredariya Bajarê Mezin ê Amedê anîn û şûn de, polîsan li pêşiya avahiyê ewlekariyekî mezin girtin, rê nadin ku ti kes bikeve hundirê avahiyê. Hat diyarkirin ku polîsan kesên ku nobet digirtin ji şaredariyê derxistine.

Piştî bi biryara Wezîrê Karê Nindir Qeymeqamê Etîmesgût Cûmalî Atîlla ji bo Şaredariya Bajarê Mezin ê Amedê weke qeyûm tayîn kir û şûn de polîsan li derdora avahiya şaredariyê ewlekariya mezin girtin.

Li nava baxçeyê şaredariyê gelek wesayîtên zirxî û hêzên çewîk bi cih kirin. Hat diyarkirin ku ji bo ewlekariya qeyûmê ku sibehê dest bi kar bike hatiye girtin.

Çalakiya nobetê ya “Dest nede vîna min” ku 80 kesî da destpêkirin û kedkar û endamên Meclîsa Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê jî di nav de ne dewam dike.

Xebatkar û endamên meclîsa şaredariyê yên ku xwestin bikevin şaredariyê, li nuqteya polîsan dan rawestandin û ketina hundir asteng dikin.

Hat diyarkirin ku polîs xwe amade dikin ku çalakgeran ji avahiyê derxînin.