KCK: Divê her kes bi berxwedanê re bin

KCK'ê bang li gelê Kurdistanê û gelên cîhanê kir, ku bi ruhê 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê û Çalakiyên 6-7-8'ê Cotmehê, li cem berxwedana Şoreşgerên Rojava û gelên Sûriyeyê cih bigirin.

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê bi wesîleya 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

KCK'ê bibîr xist, ku beriya niha bi du salan çalakiyên Roja Kobanê ya Cîhanê dest pê kirin û got, "Yek ji mezintirîn çalakiyên piştevaniyê yên dîroka mirovahiyê, di 1'ê Mijdara 2014'an de li her devera cîhanê pêk hat. Mirovahî li her devera cîhanê, li cem şoreşgerên Rojava cih girt, ku wan şoreşgeran li Kobanê li dijî faşîzma DAIŞ'ê bi canbexşane li ber xwe dan. Yek ji mezintirîn hêza moralê ya dîrokê da şoreşgerên Rojava û di serketina Kobanê de roleke diyarker nîşan da. Di salvegera duyemîn a 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê de, em her kesên di nava vê piştevahiyê de cih digirin silav dikin û bi bawerin ku ev yek wê ji bo avabûna jiyaneke demokratîk û azad li Rojhilata Navîn, xwedî roleke girîng be."

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê destnîşan kir, ku Kurd wê 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê ji bîr nekin û nedin ji bîr kirin û wiha dewam kir: "Weke mînaka destpêkê ya piştgiriya mezin a sedsala 21'an, wê di têkoşîna sosyalîzm, demokrasî û azadiyê de xwedî cihekî girîng be. Weke pêşenga piştevaniya enternasyonal a sedsala 21'an, wê bibe sparteyeke gelekî girîng ji bo piştgirî û têkoşînên hevpar ên ji niha û pê ve. Tevgera Azadiyê ya Kurd jî wê bi hêza ji vê piştevaniya şênber wergirtî, di nava piştgiriyên bi vî rengî û têkoşîna hevpar de cih bigire; ji bo vîn û wijdanê hevpar ê mirovahiyê bikeve nava tevgerê, wê bi erka xwe rabe.

Di 1'ê Mijdarê de piştgirî ji Şoreşa Rojava û Kurdan re hat dayîn. Me ev yek ne tenê weke piştgiriyek ji bo Kobanê dît; Di 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê de piştgirî ne tenê ji Kurdan re hatiye dayîn, piştî ji hemû gelên bindest û gelên Rojhilata Navîn re hatiye dayîn. Di şexsê berxwedêrên Kobanê de piştgirî ji têkoşîna demokrasî û azadiyê ya gelên Rojhilata Navîn re hatiye dayîn."

Daxuyaniya Konseya Rêveber a KCK'ê bi vî rengî dewam kir:

"1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê, ji bo Şoreşa Rojava global bibe û veguhere çepereke têkoşînê ji bo tevahiya mirovahiyê, roleke gelekî girîng lîstiye. Bi vî rengî hêza Şoreşa Rojava xurtir kiriye û bandoreke girîng li serketinên heta roja îro kiriye. Ji bo têkoşîna Kurdan xwe bigihîne hemû hêzên demokratîk şoreşger ên li cîhanê, wezîfeyeke dîrokî bi cih aniye. Lewma Tevgera me ya Azadiyê wê 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê di nava têkoşîna xwe de bidomîne, ruhê enternasyonal ê şoreşa azadiyê bi ruhê îro kûrtir bike.

Di 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê de hat dîtin, piştgirî û desteka moralê ya hêzên demokrasiyê û gelan, ji her şêwe desteka madî û desteka çekan girîngtir e. Eger piştgiriya gelên Bakurê Kurdistanê, Tirkiyeyê û ya gelên cîhanê nebûya, berxwedana Kobanê bi ser nediket. Ya ku berxwedana Kobanê bi ser xist, desteka gelan a ji bo berxwedêrên Kobanê ye. Destekên din ên hatin dayîn, bi vê desteka gelan watedar bû û bandor li serketinê kir. Eger desteka gelan nebûya; eger berxwedana fedayî ya dîrokî ya xwe dispêre vê destekê nebûya, nepêkan bû ku destekên din vê berxwedanê bi ser bixîne. Lewma gelê Kobanê, şoreşgerên Rojava û tevahiya gelê Kurd wê vê roja piştevaniyê her tim bi minetdarî bibîr bînin. Wê vê ruhî bikin havênê ruhê demokrasî û azadiya xwe.

Bi desteka 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê re Kobanê ji dagirkeriyê hat rizgarkirin, lê belê xeteriya li ser gelê Rojava û gelên Sûriyeyê hê neqediya ye. Dewleta Tirk, tişta ku nekarî bi destê DAIŞ'ê bike, niha dixwaze bi xwe bike. Dixwaze hesreta jiyana azad û demokrasiyê ya gelê Rojava û gelên Sûriyeyê bifetisîne. Ji ber vê yekê dixwaze Sûriyeyê û Rojavayê Kurdistanê dagir bike. Berxwedana gelên Sûriyeyê ya li dijî dagirkeriya dewleta Tirk dewam dike. Em careke din dibêjin; bi ruhê çalakiyên piştevaniya şoreşger a 6-7-8'ê Cotmehê û 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê, li cem berxwedana demokratîk şoreşger a gelên Sûriyeyê ne; bang li gelê Kurdistanê û gelên cîhanê jî dikin ku bi ruhê 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê û Çalakiyên 6-7-8'ê Cotmehê, li cem berxwedana Şoreşgerên Rojava û gelên Sûriyeyê cih bigirin.

1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê wê di têkoşîna azadî û demokrasiyê ya gelê Kurd de were dewamkirin û bi Rojhilata Navîn a azad û demokratîk bê tacrîdarkirin."