'Em ê sibe li pêşiya KCD'ê dest bi têkoşîna xwe bikin'

Rêveberên HDP'ê dan xuyakirin, ku li dijî girtina Hevserok û parlamenterên HDP'ê ew ê têkoşîna xwe bidomînin û gotin, "Em ê sibe saet di 13:00 de li pêşiya KCD'ê dest bi têkoşîna xwe bikin û heta hevalên me azad bibin, em ê têbikoşin."

Têkildarî girtina Hevserokên Giştî yên HDP'ê û parlamenteran, li pêşiya avahiya DBP'ê ya Bajarê Amedê daxuyaniyek hat dayîn. Parlamenterên HDP'ê, endamên Desteya Rêveberiya Navendî ya HDP û DBP'ê, Hevşaredarên DBP'yî, Cîgira Serokê Koma HDP'ê Çaglar Demîrel, Hevseroka KCD'ê Leyla Guven, endamên KJA, Meclîsa Dayikên Aştiyê û gelek welatî tevlî bûn.

Parlamenterê HDP'ê yê Enqereyê Sirri Sureyya Onder ê hat binçavkirin û piştre hat berdan, li vir axivî û destnîşan kir, ku ne zext, ne girtîgeh ne jî komkujî wê nikaribin pêşî li têkoşîna wan bigirin. Onder got, "Vê xakê serî netewand û wê ti carî serî netewîne. Serdest timî gotinekê dibêjin; 'Ji Colemêrgê heta Wanê'. Ji bo Wan bajar cihê jêxwarinê ye. Lê ji bo me weke girtîgehê tê dîtin. Ev ax axa me ye û ev girtîgeh jî nikarin bi me."

Onder bal kişand ser daxuyaniyên Serokwezîr û Wezîrê Edaletê ku dibêjin, divê wekîl îfadeyê bidin û got, "Dibêjin, 'Eger dadgehê bang kiribe, divê hûn biçin. We bi xwe beriya niha bi demeke kurt negotibûn 'em van dadgehan nas nakin'? Yê ku ev gotin got, bavê we bû? Na, hûn bi xwe bûn. Ji bo neçin dadgehê, we 24 saetan meclîs dan xebitandin. Ji bo dernekevin pêşberî dadgehan, bi dek û dolaban we qanûn derxistin. Em ê weke mîha serî li ber kêrê, serê xwe netewînin. Dosyayên li dijî we yên li dadgehên navneteweyî, ji bejna we bilindtir bûne. Dibe ku hûn îro asteng dikin, lê ev rewş wê rojekê biguhere."

Sirri Sureyya Onder herî dawî got, "Em ê îro bi endamên Desteya Rêveberiya Navendî ya HDP û DBP'ê û saziyên din re civîneke girtî lidar bixin. Em ê rêya xwe ya nû diyar bikin. Sibe jî em ê hebû bi hev re li ber KCD'ê bin. Qet meraqan nekin, ev têkoşîn, ev berxwedana demokratîk wê heta azadiyê bidome. Em jî soz didin, em ê bi we re têkoşîna xwe bidomînin."

Hevseroka KCD'ê Leyla Guven jî diyar kir, ku ew ê sibe saet di 13:00 de li ber avahiya KCD'ê li hev bicivin û heta azadiya hevalên xwe, dest bi têkoşînê bikin.