Li Sêrtê operasyonên qirkirina siyasî
Girtina parlamenterên HDP’ê li Sêrte hat protestokirin. Polîsên Tirk êrîşî çalakiyê kirin û gelek kes binçav kirin. Danê sibehê jî Hevşaredarên Dihê hatin binçavkirin.
Girtina parlamenterên HDP’ê li Sêrte hat protestokirin. Polîsên Tirk êrîşî çalakiyê kirin û gelek kes binçav kirin. Danê sibehê jî Hevşaredarên Dihê hatin binçavkirin.
Girtina û binçavkirinên Hevserokên HDP’ê û 9 parlamenterên HDP’ê li Sêrte hate protestokirin. Çalakî li ser banga rêxistinên HDP û DBP'ê hate ldiarxistin, lê polîsên Tirk êrîşî çalakiyê kirin. Di encama êrîşê de Hevseroka HDP'ê ya Bajêr Nevîne Îlhan, Hevserokên DBP'ê yên Bajêr Meryem Tirpan û Agît Kaysi, Ayten Çîçek, Kerem Keşlî û Vezîr Kol hatin binçavkirin. Siyasetmedarên HDP, DBP’ê yên ku hatin binçavkirin li Midûriyeta Emniyetê ya Sêrtê tên girtin.
Danê sibehê jî, polîsan avêtin ser malan û Hevşaredarên Dihê Eda Kîlîs, Huseyîn Kiliç, Hevserokê HDP'ê yê Bajêr Nîmet Nîmet Dayan û welatiyên bi navê Şîrîn Batur, Oktay Aydin, Hamît Oguz, Muhsîn Erdemcî binçav kirin. Hat hînbûn ku kesên hatin binçavkirin birin Midûriyeta Emniyetê ya Sêrtê.