KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Dîmenên çalakiya Girê Elîşêr hate weşandin
Gerîla TV, dîmenên çalakiya 31’ê Cotmehê li dijî Girê Elîşêr ê li navçeya Gever a Colemêrgê hate lidarxitin, weşand. -
Li gundê Maliha şerê dijwar diqewime
Çeteyên DAIŞ'ê êrîşî gundê Maliha kirin. Şervanen YPG/YPJ'ê jî bi lezgîn bersîv da DAIŞ'ê û şerê dijwar derket. Şer bi dijwarî didome -
Tûncel birin Girtîgeha Amedê ya Tîpa E
Hevseroka DBP’ê Sebahat Tûncel a ku duh hatibû girtin, îro birin Girtîgeha Amedê ya Tîpa E’yê. -
YPG: Êrîşên çeteyên DAIŞ, Koalîsyona Sûriye û arteşa Tirk a li ser xaka Rojava dewam dike
YPG’ê di daxuyaniyekê diyar kir ku êrîên çeteyên DAIŞ’ê Koalîsyoan Sûriye û artêşa Tirk a li dijî çeperên wan û xaka Rojava bê navber dewam dike. -
Di pêngava 'Xezeba Firatê' de gundekî din hat rizgarkirin
Şervanên pêngava 'Xezeba Firatê', ku ji bo rizgarkirina Reqayê dest bi operasyonê kirine, gundê Leqta yê stratejîk rizgar kirin. -
Nivîskar-helbestkar Bîngol hate binçavkirin
Endamê Egîtim-Sen’ê nivîskar-helbestvan Ulku Bîngol şevê din dereng li Ofîsê ya Amedê ji hêla polîsên Tirk ve hate binçavkirin. -
HPG: 4 leşker hatin kuştin
Di çalakiyên gerîlayên HPG/YJA Starê de 4 leşkerên Tirk hatin kuştin. -
'Em 30 rojan di şertên îşkenceyê de hatin girtin'
Sevîtek û Altinkaynak ên ku ji ber îxbara bêbingeh 30 rojan di bin çavan de hatin girtin diyar kirin ku di şertên îşkenceyê de hatine girtin. -
Şaredariya Deştadarê jî hat desteserkirin
Piştî girtina Hevşaredarê bajarokê Deştadarê îro şaredarî ji aliyê qeyûm ve hat desteserkirin. -
Îfadeya wekîlê HDP'yî Akdogan dest pê kir
Îfadeya li dozgeriyê ya Parlamenterê HDP'ê Nîhat Akdogan dest pê kir. -
4 kes li Wanê hatin binçavkirin
Polîsên Tirk danê vê sibehê avêtin se taxên Xaçort û Şabaniye yên Wanê û 4 kes binçav kirin. -
Nûnerên RCS girtina parlamenteran şermezar kirin
Nûnerên Rêxistinên Civakî yên Sivîl (RCS) ên li Mêrdînê, ji bo balê bikişînin ser rewşa mamosteyên ji kar hatine kirin û girtina 9 parlamenterên HDP'ê şermezar bikin, daxuyaniyek dan çapemeniyê. -
Rêveberên HDP û DBP'ê yên Amed û navçeyên wê piştî 28 rojan li edliyeyê ne
18 kesên li Amedê di serdegirtina malan de hatin binçavkirin, ku hevserokên HDP û DBP'ê yên bajar û navçeyan jî di nav de ne, piştî 28 rojan anî edliyeyê. -
'Heta îradeya gel bê berdan tekane rê berxwedan e!'
Di çalakiya şermezarkirinê girtina Hevserokên Giştî yên HDP'ê, parlamenter û Hevseroka Giştî ya DBP'ê Sebahat Tûncel de Hevserokê HDP'ê yê Silopiyayê Alî Balîn diyar kir ku heta ku îradeya gel bê berdan tekane rêya çareseriyê berxwedan e. -
Mamosteyên ku ji kar hatin kirin, hatin binçavkirin
Li Semsûrê mamosteyên endamên Egîtim Senê Bekîr Gurbuz û Erdal Yilmaz ku bi biryarnameya AKP'ê ji kar hatin kirin, hatin binçavkirin. -
Ji xizmên windayan li dijî girtina parlamenteran nerazîbûn
Malbatên ku xizmên wan ji aliyê dewleta tirk ve hatine windakirin û kuştin, cara 404'an li Amedê li hev civiyan û nerazîbûn nîşanî girtina Hevserok û parlamenterên HDP'ê dan. -
Li Dersîmê şerekî dijwar diqewime
Li Dersîmê şerekî dijwar diqewime. Herêm ji hewayê ve jî tê bombekirin. -
Rêxistina HDP'ê ya Êlihê: Em ê li ber xwe bidin û bi ser kevin!
Girtina Hevserokên HDP'ê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag û parlamenterên HDP'ê li Êihê hat şermezarkirin. -
Parlamenterê HDP'ê yê Colemêrgê Nîhat Akdogan hate binçavkirin
Parlamenterê HDP'ê yê Colemêrgê Nîhat Akdogan ku der barê wî de biryara girtinê hebû, li pêşiya bajarê Colemêrgê ji aliyê polîsan ve hate binçavkirin. -
Cenazeyên 4 gerîlayan hatin teşxîskirin
Cenazeyên 4 ji 9 gerîlayên li Dersîmê ji ber bomberdûmanê jiyana xwe ji dest dan, ji aliyê malbatan ve hatin teşxîskirin. -
Yuksek: Em ê bi ser kevin
Hevserokê Giştî yê DBP'ê Kamûran Yuksek, li ser girtina hevserok Sebahat Tûncel got, "AKP wê di bin kirinên xwe de bimîne" û destnîşan kir, ku ew ê bi ser kevin. -
Di pêngava Xezeba Firatê de gundikek ji çeteyan hat paqijkirin
Şervanên Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê, gundikekî bajarokê Eyn Îsa ji çeteyên DAIŞ'ê paqij kirin. -
MSD: Xezeba Firatê wê li DAIŞ û paşmêrên wê bibe tsûnamî
Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) di daxuyaniya têkildarî azadkirina Reqayê de got, "Xezeba Firatê wê mîna tsûnamiyê DAIŞ û paşmêrên wê bide ber xwe." -
Qeyûm gelê navçeyê xist ber îcrayê
Qeymeqamê Tirk Onder Can ku roja 11'ê Îlonê weke qeyûm li Şaredariya Rêya Armûşê ya navçeya Wanê hat tayînkirin, 90 hezar kesên li navçeyê, bi hinceta ku baca emlaqê nedane xist ber îcrayê. -
Tûncel ji ber lêpirsînên ku endamên FETO vekiribûn hat girtin
Parêzer Cemîle Tûrhalli Balsak diyar kir, Hevseroka Giştî ya DBP'ê Sebahat Tûncel, ji ber lêpirsînên ji aliyê polîs, dadger û dozgerên endamên FETO'yê ve hatibûn vekirin, hatiye girtin.