Tûncel ji ber lêpirsînên ku endamên FETO vekiribûn hat girtin
Parêzer Cemîle Tûrhalli Balsak diyar kir, Hevseroka Giştî ya DBP'ê Sebahat Tûncel, ji ber lêpirsînên ji aliyê polîs, dadger û dozgerên endamên FETO'yê ve hatibûn vekirin, hatiye girtin.
Parêzer Cemîle Tûrhalli Balsak diyar kir, Hevseroka Giştî ya DBP'ê Sebahat Tûncel, ji ber lêpirsînên ji aliyê polîs, dadger û dozgerên endamên FETO'yê ve hatibûn vekirin, hatiye girtin.
Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Sebahat Tûncel a ku di çalakiya şermezarkirina girtina Hevserokên Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û parlamenteran de bi lêdanê hate binçavkirin, ji ber xebatên xwe yên siyasî hate girtin. Xebatên siyasî yên Tûncel, ku di navbera 2010 û 2016'an de dema ku parlamentera BDP'ê, Hevberdevka HDK'ê û Hevseroka Giştî ya DBP'ê bû wekî delîl hatin nîşandan û bi îdîaya "endama rêxistinê ye" hat girtin. Parêzera Tûncel, Cemîle Tûrhalli Balsak girtina Tûncel, lêpirsîna ku hatiye vekirin û mijarên sûcdarkirinê nirxand.
Tûrhalli da zanîn ku der barê Tûncel de, 7 lêpirsînên cuda yên ku di demên cuda de hatine vekirin beriya hefteyekî kirine yek û ev teslîmî dozger hatiye kirin. Tûrhalli wiha dewam kir: "Li ser vê biryara dosya hemû kirine yek, rewşeke fiîlî afirandine û Tûncel a ku ji bo parlamenterên ku hatine binçavkirin hatiye ber edliyeyê bi awayekî nehiqûqî hate binçavkirin. Li ser van dosyayên ku niha der barê Tûncel de hatine vekirin biryara veşarîbûnê hatiye dayîn. Parêzer nikarin xwe bigihînin dosyayan. Ji aliyê hiqûqî ve ev rewşeke sosret e." Tûrhalli da zanîn ku der barê Tûncel de, polîs, dozger û dadgerên ku lêpirsîn dane destpêkirin piraniya wan niha di çarçoveya lêpirsînê FETO'yê de an hatine girtin, an jî hatine îxrackirin û wiha got: "Lêpirsîna ku endamên cemaetê dane destpêkirin niha jî berdewam dike. Di van darizandinan de tê dîtin ku ruhê cemaetê li dijî muxalîfên Kurd berdewam dike."
'DI DEMA PARLAMENTERIYÊ DE LI TELEFONA WÊ HATIYE GUHDARÎKIRIN'
Tûrhalli destnîşan kir, dema mirov pirsên ji Tûncel hatine pirsîn û dosyayê dinêre, tê dîtin ku doz siyasî ye û wiha axivî: "Hewl dane şiklekî hiqûqî bidinê. Dema ku parlamenter bû li gel ku destnedayîna wê hebû jî ji ber daxuyaniyên daye ev bûye mijara sûcdarkirinê. Daxuyaniyên ku daye, axaftinên wê yên ji bo çapemeniyê bûne mijara sûcdarkirinê. Tevî ku di dema parlamenteriyê de destnedayîna wê hebû jî li telefona wê guhdarî kirine. Ev wekî delîl xistine dosyayê. Hewl dane KCD'ê weke platformekî neqûqî bidin nîşandan. KCD hatiye krîmînalîzekirin û wekî xwestine îllegal nîşan bidin."
Tûrhalli got, bi biryara girtinê ya der barê Tûncel hatiye dayîn ve azadiya rêxistinbûnê ya kurdan ji holê tê rakirin.