Nûnerên RCS girtina parlamenteran şermezar kirin
Nûnerên Rêxistinên Civakî yên Sivîl (RCS) ên li Mêrdînê, ji bo balê bikişînin ser rewşa mamosteyên ji kar hatine kirin û girtina 9 parlamenterên HDP'ê şermezar bikin, daxuyaniyek dan çapemeniyê.
Nûnerên Rêxistinên Civakî yên Sivîl (RCS) ên li Mêrdînê, ji bo balê bikişînin ser rewşa mamosteyên ji kar hatine kirin û girtina 9 parlamenterên HDP'ê şermezar bikin, daxuyaniyek dan çapemeniyê.
Nûnerên KESK, Sendîkaya Genel Îş a DÎSK'ê, TMMOB û TTB'ê li salona civînê ya Platforma Şaxên KESK'ê yên Mêrdînê daxuyanî dan çapemeniyê.
Hevserokê TTB'ê yê Mêrdînê Zekî Ûzûn li vir axivî û fikarên xwe yên li ser rewşa Tirkiyeyê bilêv kr.
Ûzûn diyar kir, bûyerên di dema dawî de diqewimin ne kêmî yên serdema Hîtler in û girtina Hevserokên HDP'ê û parlamenteran weke darbeya li vîna gelan û rêyên siayseta demokratîk, bi nav kir.
Ûzûn got, "Nabe ku siberoja welêt radestî bêpîvanî, bêhiqûqî û faşîzmê were kirin. Çareserî darbe û darbeyên sivîl nîne. Çareserî demokratîkbûn e."