Şaredariya Deştadarê jî hat desteserkirin

Piştî girtina Hevşaredarê bajarokê Deştadarê îro şaredarî ji aliyê qeyûm ve hat desteserkirin.

Li bajarokê Deştadarê yê navçeya Hezex a Şirnexê 4'ê Mijdarê Hevşaredar Nûrî Akman hatibû girtin û piştî girtina Akman îro qeyûm tayînî şaredariyê kirin.

Qeymeqamê Hezexê û Qeyumê Şaredariya Hezexê Ersîn Tepelî weke qeyûm tayînî Şaredariya Deştadarê hat kirin. 

Qeyûmê ku bi leşkeran û wesayîtên zirxî hate şaredariyê weke karê yekemîn ala tirkan bi şaredariyê ve daliqand.