HPG: 4 leşker hatin kuştin

Di çalakiyên gerîlayên HPG/YJA Starê de 4 leşkerên Tirk hatin kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser çalakiyên gerîla û êrîşên artêşa Tirk daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de ev agahî hatin dayîn:

"Roja 6'ê Mijdarê saet di navbera 08:00-09:00 de hêzên me bi çekên giran li leşkerên li girê Konserve yê li qada Şemzînan a Colemêrgê xistin û li vir leşkerek hat kuştin.

6'ê Mijdarê saet di navbera 13:30-14:00 de, bi hawanan li dijî leşkerên li Tepê Çeta yê li Şemzînanê bi cih bûbûn, çalakî hat lidarxistin. Hejmara leşkerên li vir mirin û birîndar bûn, zelal nebû.

6'ê Mijdarê saet di navbera 15:00-15:30 de gerîlayên me bi çekên giran li leşkerên li Girê Elîşêr ê li Oremarê xistin. Di encamê de 3 çeper hatin rûxandin, hejmara leşkerên mirî û birîndar nehat zelalkirin.

Hêzên me roja 7'ê Mijdarê saet di navbera 07:00-07:30 de bi roketên RPG-7 li leşkerên li girê Elîşêr dan. Hejmara kuştî û birîndaran nehat zelalkirin.

Roja 6'ê Mijdarê saet di 10:20 de, hêzên me hawan avêtin girê Koordîne yê li navçeya Çelê. Hejmara leşkerên mirin û birîndar bûn, tespît nebû. Piştî çalakiyê artêşa TC obus û hawan avêt herêma Cîlo ya biçûk.

Gerîlayên me roja 7'ê Mijdarê saet di 07:00 de bi çalakiya sûîqestê li girê Koordîne leşkerek kuştin.

6'ê Mijdarê, hêzên me li dijî artêşa TC a li girê Meskan ê Colemêrgê rê çêdikir, çalakî pêk anîn. Saet di 11:30 de leşkerê li ser kepçeyê bû bi sûîqestê hate kuştin. Hêzên me her wiha bi çekên ferdî li 7 leşkerên li vir xistin û yek jê hat kuştin, 1 jî birîndar bû.

Artêşa TC roja 4'ê Mijdarê li qada Besta ya Şirnexê dest bi operasyonê kir. Di dema operasyonê de di navbera hêzên me û leşkeran de şer derket. Agahiyên berfireh ên li ser vê operasyonê, wê bi raya giştî re werin parvekirin.

6'ê Mijdarê saet di anvbear 19:00-22:00 de balafirên şer ên artêşa TC bombe li derdora çemê Lolanê, Lelikan, Kelaşîn û Geliyê Reş ên li Xakurê barandin.

Roja 6'ê Mijdarê saet di navbera 18:00-20:00 de balafirên şer mintiqeya Mervanos a Avaşînê, saet di navbear 19:00-19:30 de jî gundê Erguşê bombe kirin. Ji ber bomberdûmanê ziyan li dehl û rezên gundê Erguşê bû.

Balafirên şer roja 6'ê Mijdarê saet di navbear 19:20-19:50 de bombe li derdora gundê Kanîsarkê yê herêma Bergarê ya li Gabarê barandin.

Roja 6'ê Mijdarê saet di navbera 11:30-12:00 de balafirên şer bombe li quntara girê Şehîd Mûnzûr û gundê Sipê yê li herêma Zapê barandin."