Li Dersîmê şerekî dijwar diqewime

Li Dersîmê şerekî dijwar diqewime. Herêm ji hewayê ve jî tê bombekirin.

Li herêma Karaoglan a navbera navçeyên Pulur û Xozad ên Dersîmê, şerekî dijwar diqewime.

Ji herêmê dengê çekan tê. Qereqolên li derdorê jî hawan û obusan davêjin herêmê.

Li aliyê din, helîkopter jî bombeyan li herêmê dibarînin.

Şerê li herêmê dewam dike. Li gorî agahiyan, beriya rûdana şer, dengê teqîneke dijwar hatiye bihîstin.