Cenazeyên 4 gerîlayan hatin teşxîskirin

Cenazeyên 4 ji 9 gerîlayên li Dersîmê ji ber bomberdûmanê jiyana xwe ji dest dan, ji aliyê malbatan ve hatin teşxîskirin.

Cenazeyên 9 gerîlayên HPG'ê, ku li bejahiya Pulur a Dersîmê, di bomberdûmana 22'ê Cotmehê de jiyana xwe ji dest dan, ji bo otopsiyê anîn Saziya Tipa Edlî ya Meletiyê. Malbatên ku bi rêya çapemeniyê pê hesiyan zarokên wan jiyana xwe ji dest dane, hatin Meletiyê.

Malbat, danê sibehê hatin ber avahiya Saziya Tipa Edlî ji bo cenazeyên zarokên xwe teşxîs bikin. Rêveberên MEYADER û HDP'ê jî tevlî otopsiyê bûn. Malbatan ji wêneyan cenazeyên zarokên xwe teşxîs kirin.

Navên gerîlayên HPG'ê yên cenazeyên wan hatine teşxîskirin ev in: Hafiz Ek (Akîf Bismil), Zozan Agrali (Ronahî Cîlo), Resûl Abdîl (Firat Ûrmiye) û Bêrîvan Erciyez (Newroz).

Malbat li ber Saziya Tipa Edlî ne ji bo cenazeyên zarokên xwe rakin.