BI DÎMEN

Di pêngava Xezeba Firatê de gundikek ji çeteyan hat paqijkirin

Şervanên Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê, gundikekî bajarokê Eyn Îsa ji çeteyên DAIŞ'ê paqij kirin.

Di çarçoveya pêngava Xezeba Firatê de, gundikê Cedûi ku bi 10 km'yan li başûrrojhilatê bajarokê Eyn Îsa ye, ji çeteyên DAIŞ'ê hat rizgarkirin.

Piştî ku şervanên QSD'ê gundik rizgar kirin, çeteyên DAIŞ'ê hewl dan bi wesayîta bombebarkirî êrîşê bikin. Ev êrîş hat pûçkirin û wesayît hat rûxandin.