KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Bajarê li benda rizgariyê ye: Reqa
Ev bajarê ku nîvê wê çol e û nifûsa xwe bi qasî 200 hezar e, ji aliyê gelek mirovan ve piştî sala 2014'an dema çeteyên DAIŞ'ê ew dagir kir, hat bihîstin û naskirin. -
Hilweşîna li Sûrê qediya, 4 tax bi temamî ji holê rakirin
Li navçeya Sûrê, ku bi qedexeya derketina derve re êrîşên gelekî giran ên dewletê lê bû, 4 tax bi temamî ji holê rabûn. Ev hefteyeke kepçeyên li taxê naxebitin. -
Kiryarên qeyûmê li Sûrê ji her alî ve zerar e
Yek ji şaredariyên DBP'yî yên bi darbeya sivîl a rejîma AKP/Qesrê hatiye desteserkirin, Şaredariya Sûrê ye. Kiryarên qeyûmê li vir bicih bûye, mejiyê mirovan disekinîne. -
13 herêmên li Êlihê hatin qedexekirin
13 herêmên li navçeyên Hezo û Sasonê yên Êlihê weke "Herêma Ewlekariya Taybet" hatin îlankirin. -
Nûnerên partiyên Başûrî: Em ê heta dawiyê li ber darbeyê rabin
Endamê Meclîsa Partiyê ya Tevgera Goran Hakîm Ûbeyt û Berdevkê Kerkûkê yê Hizbê Zehmetkêşan Şivan Mihemmed dan xuyakirin, ku ew girtina Hevserokên HDP'ê qebûl nakin û wê li dijî vê têbikoşin. -
Hevşaredara Gimgimê hate girtin
Hevşaredara Gimgimê Sabîte Ekîncî hate girtin. -
Ayata: AKP ya wê bi zorê bimîne, ya jî wê bi zorê biçe
Endamê Komîteya Navendî ya PKK'ê Mûzaffer Ayata diyar kir, ji ber ku parlamenterên HDP'ê nekarîn bên tirsandin û teslîmgirtin, bi fermana Erdogan hatine girtin û got, "AKP êdî ketiye rewşeke welê, ku ya wê bi zorê bimîne, yan jî wê bi zorê biçe." -
Hevserokê HDP'ê yê Şirnexê Sekvan Kilinç hat girtin
Hevserokê Partiya Gelan a Demoqratîk (HDP) ya Şirnex Sekvan Kilinç hat girtin -
El- Xanim: Çete sivîlan weke mertal bi kar tîne
Fermandarê Giştî yê Tûgya Bazên Reqa Feyad El-Xanim, diyar kir ku di demkî nêz de wê her du baskên Pêngava Xezeba Firatê li derdora Çemê Belîxê bigihin hev. -
Li Dersimê qedexeya kolanan hate îlankirin
Li gorî daxuyaniya ji aliyê Walîtiya Dersimê ve hate dayîn, ji bo 22 gundên girêdayî navçeya Pilur û Navenda Dersimê qedexeya kolanan hate îlankirin. -
Li Wanê navê yek ji ciwanên ku polîsan birîndar kirin eşkere bû
Hat ragihandin ku navê yek ji ciwanên ku di serdegirtina malan a li navçeya Artemêtan a Wanê ji aliyê polîsan ve birîndar bû Ûmût Gurkan e. Gurkan ê ku giran birîndar bibû rakirin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Wanê. -
Di encama teqîna mayênê de 2 şervanên YPG’ê jiyanan xwe jidest dan
YPG’ê ragihand ku di encama teqîna mayînê de ya li ser rêya navbera Qamişlo û Tirbespiyê, 2 şervanên wan jiyana xwe jidest dane. -
Li Artemêtanê polîsên ku avêtin ser malan 4 kes birîndar kirin
Di serdegirtina polîsan de ya li ser malek a li Taxa Şabaniye ya girêdayî Artemêtanê ya Wanê 4 kes birîndar bûn. -
Akademiya Dersimê dest bi xebatên xwe kir
Akademiya Dersimê dest bi xebatên xwe kir û pêşkêşiya xwe ya yekemîn jî kir. -
Şervanên Pêngava Xezeba Firatê gihiştin Çemê Belîx
Şervanên operasyona Pêngava Xezeba Firatê li baskê Eyn Îsa gihiştin Çemê Belîx. -
‘Hevrê Zehra Eplî temsîla îdîaya vîna jiyana azad e’
Koordînasyona Komelên Ciwan: Hevrê Serhildan (Zehra Eplî)bû temsîla îdîaya jiyana azad a di her şert û mercê ya Jina Kurd a azad, nasnameya Kurd a azad û azadiya ciwanên Kurd. -
YPG: Piştî Pêngava Xezeba Firatê êrîşên artêşa Tirk û çeteyan zêde bûne
YPG’ê diyark kir ku piştî destpêkirina Pêngava ′Xezeba Firatê′ ya rizgarkirina Reqqayê, êrîşên arteşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser nuqteyên wan û xaka Rojava zêde bûne. -
YJA Star: Em ê dilsozê bîranîna wan bin
Fermandariya Navendî ya YJA Starê gerîlayên ku li Zagrosê jiyana xwe ji dest dayin bi hurmet bi bîr anî û got ,"Weke hêzên YJA Starê, em sonda xwe dubare dikin ku em ê dilsozê bîranîna wan bin." -
Guven: Em bi ruhê berxwedana Kobanê li ber xwe bidin
Hevseroka KCD'ê Leyla Guven got, pêwîst e li dijî êrîşên AKP’ê her kes bi ruhê berxwedana Kobanê li ber xwe bide. -
YPS: Li Dêrikê 5 polîsên POH hatin kuştin
YPS'ê da xuyakirin, ku roja 5'ê Mijdarê li Dêrikê çalakiyeke sabotajê hatiye lidarxistin û di encamê de maşîneke zirxî ya bi tîpa Ejder hatiye rûxandin. Di vê çalakiyê de 5 polîsên tîmên taybet (POH) hatin kuştin. -
Nasnameyên 7 gerîlayên YJA Starê hatin eşkerekirin
Nasnameyên 7 gerîlayên YJA Starê yên li herêma Zagrosê di şerê 15'ê Îlonê de jiyana xwe ji dest dan, hatin eşkerekirin. -
Dozgeriya Tirk dixwaze Ûca jî bixe girtîgehê
Dozgeriya Tirk doz li wekîla HDP'ê ya Amedê Feleknas Ûca vekir û ji bo were girtin, îdîaname amade kir. -
Ciwanên piştî îşkenceya 12 rojan hatin girtin nehatin berdan
Li Rihayê ciwanên bi navê Mehmet Alî Genç û Metîn Kosemen ên li Midûriyeta Polîsan a Rihayê piştî îşkenceya 12 rojan hatibûn girtin, nehatin berdan. Ciwanan îşkenceya li wan hat kirin, vegotin. -
Dîmenê sivîlên ji nava lepên DAIŞ'ê hatin rizgarkirin
Di çarçoveya Pêngava 'Xezeba Firatê' de gelek sivîl ji nav lepên DAIŞ'ê hatin rizgarkirin. Şervanên QSD'ê, sivîlên hatin rizgarkirin birin herêmên ewle. -
Şervan av û nanê xwe bi Reqayiyan re parve dikin
Şervanên Odeya Çalakiyê ya Pêngava Xezeba Firatê, sivîlên ji destê çeteyên DAIŞ'ê rizgar kirine, derbasî qadên ewle dikin û li van deveran ji bo pêdiviyên wan ên jiyanî yên mîna nan û avê, dibin bersiv.