Hevşaredara Gimgimê hate girtin
Hevşaredara Gimgimê Sabîte Ekîncî hate girtin.
Hevşaredara Gimgimê Sabîte Ekîncî hate girtin.
Hevşaredarên navçeya Gimgimê ya Mûşê Sabîte Ekîncî û Huseyîn Guneş, di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Gimgimê de, roja 3'ê Mijdarê hatibûn binçavkirin.
Piştî dema binçavkirinê ya li Midûriyeta Emniyetê ya Navçeyê Guneş îro hate berdan. Lê belê Ekîncî ji bo girtinê sewqî Edliyeyê kirin.
Ekîncî ji aliyê dadgeha Tirk ve bi îdîaya "endametiya rêxistinê" hate girtin û ew şandin Girtîgeha Tîpa E ya Mûşê.