Navenda Ragihandin YPG′ê bi daxuyaniyekê êrîşên artêşa Tirk a dagirker piştî destpêkirina pêngava ′Xezeba Firatê′ ya rizgarkirina Reqqayê, bi raya giştî re parve kir.
YPG’ê diyar kir ku piştî ku Pêngava Xezeba Firatê ya rizgarkirina Reqqayê despê kir, êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên li ser nuqteyên wan û axa Rojava zêdetir bûne, di çarçoveya van êrîşan de arteşa Tirk şeva 8′ê Mijdarê, ji 2 cihên cûda êrîş bir ser çeperên hêzên wan.Yek ji van cihan Dola Kel Hesenakê ya giredayî Tirbespiyê ya din jî navendek ya li herêma Mele Ebbas ya dikeve navbera Tirbesipîyê û Çilaxa ye. Hêzên wan di her 2 êrîşê de jî bersiv da leşkerên Tirkan. Piştî bersivdayina hêzên wan leşkerên Tirk ji qadê bûyerê reviyan.
Dîsa Arteşa Tirk li ser xeta sînor a dikeve navbera Qamişlo-Tirbespiyê tang û maşîneyên zirxî bi cih dike.
YPG’ê wiha anî ziman: “Di 8′ê Mijdarê saet derdora 14.00’an de çeteyên DAIŞ’ê carek din êrîş birin li ser gundê Malha yê giredayî Şedadê ya ku beriya rojek derbên giran xwaribûn. Çeteyan bi hemû cûrên çekên giran û wesayîtên zirxî yên ji bo vê êrîşê amade kiribûn ve bi awayekî dijwar êrîşî çeperên hêzên wan kirin.
Hêzên wan di cih de bersivê êrîşê çeteyan da û şerê giran li vê herêmê rû da.Li ser bersivdayînên tund êrîşê çeteyan bi temamî hatin şikandin.Qasî hat zelalkirin di encama vê şerî de bi giştî 26 çete hatin kuştin.
Termê 16 ji van çeteyan ketin destê hêzên me û 5 termê din jî di bin serweriyê hêzên me de ye. Dîsa di encama vê şerî de hêzên me 1 panzer, 1 wesayîta zirxî, 3 BKC, 2 kleş, 3 roketavêja B7 (RPG) bi dest xistin.
Di vê şerî de hevalekî me ku bi lehengî şer kir û pêşiya êrîşê çeteyan girt gihiştiyê şehadete.
Çeteyên giredayî Koalîsyona Sûrî şeva 8’ê Mijdarê ji çeperên xwe yên Ezazê bi çekên giran êrîş birin li ser gundê Maranez a Efrînê.”