Hevserokê HDP'ê yê Şirnexê Sekvan Kilinç hat girtin
Hevserokê Partiya Gelan a Demoqratîk (HDP) ya Şirnex Sekvan Kilinç hat girtin
Hevserokê Partiya Gelan a Demoqratîk (HDP) ya Şirnex Sekvan Kilinç hat girtin
Hevserokê HDP'ê ya Şirnexê Sekvan Kilinç ê ku doh li navçeya Hezexê hatibû binçavkirin piştî îfadeya li Dozgeriya Şirnex sewqî dadgehê hat kirin. 1. Dadgeha Cenazeyên Giran a Şirnexê bi hinceta sala 2014'an tevlî daxuyaniya ji bo Medenî Yildirim ê li navçeya Licê ya Amedê hatibû qetilkirin bûye, biryara girtina Kilinç da.
Hate diyarkirin ku Kilinç birine Girtîgeha Tîpa T a Şirnexê.
