‘Hevrê Zehra Eplî temsîla îdîaya vîna jiyana azad e’

Koordînasyona Komelên Ciwan: Hevrê Serhildan (Zehra Eplî)bû temsîla îdîaya jiyana azad a di her şert û mercê ya Jina Kurd a azad, nasnameya Kurd a azad û azadiya ciwanên Kurd.

Koordînasyona Komelên Ciwan diyar kir ku ciwanên Kurd ku welatê wan bûye qada talanê ya mêtingeran, weke duh, îro jî li her deverê bi helwesta xweya ku mêtingeriyê qebûl nakin, canê xwe dikine xetîreya berxwedanê û jiyana xwe gorî jiyana azad a gelême dikin. Komelên Ciwan wiha got: “Ev kevneşopiya berxwedanê bi Mezlûman dest pê kir, bi Çar’an geş bû û bi Zekiye, Rahşan û Semyan berztir bû. Îro jî agirê şoreş û berxwedanê bi bi hêvrêya me Serhildan bûye xeta helwesta şoreşgeriyê. Hevrê Serhildan agirê şoreşê di bedena xwe ya ciwan de veşart, di vê meşa pîroz de, bi îdeya şoreşê dîwarên kufnikî yê girtîgehê hilweşandiye û di dilê mêtingeriyê de xwe bi alavan girtiye û nîşan daye. Em hevrêya xwe bi hurmeteke mezin û minet bi bîr tînin û xetîreya ku wê pêxistiye û rêya me ya tolhildanê ranaktir kiriye.”

Di dewama daxuyaniya Komelên Ciwan de ev tişt hatin gotin:

“Hevrê Serhildan di pêvajoya şoreşê ya Bakurê Kurdistanê de, bi taybetî jî di berxwedana bajaran de weke berpirsyar cihê xwe girtiye û fermandarî kiriye ji gelek berxwedêrên tevgera ciwanan re. Di serî de Berxwedana Sûrê ya Amedê, di şoreşa tevgera ciwanan de di pêşengiyê de xweyî kedeke girîng e. Di destpêka xebatan de ji ber bêsiûdiyekê hêsîr ketiye destê mêtingeriya faşîst a TC’ê û di Girtîgeha Gebzeyê de jiyana xwe fedayî gelê xwe kiriye.

Ev helwesta fedayî ya hevrêya me Serhildan helwesta jiyana azad ya ciwan û jina Kurd e ku bi ked û felseya Rêber Apo hatiye strandin. Helwesta wan mîlîtanên gihayî ye ku li dijî mêtingeriyê û dagirkeriyê çokên xwe naşikînin, li ber xwe didin û qet radest nabin. Ew helwest e ku di bedena jina Kurd de berbiçav bûye ku welatê Kurdistanê yê ku faşîzma TC’ê ew kavil kiriye û şewitandiye wê ti caran nikare radest were girtin. Ev helwest pratîzebûna vê sloganê û derbakirina wê ya li jiyanê ye, ku di kongreya ciwanan de hatibû ziman, ‘’Bi tolhildana şoreşgerî mêtingeriyê bifeşkilîne’’ Hevrêya me di nav dîwarên zindanê de radest nebûye û mêtingerî bi bedena xwe ya tazî parçe kiriye.

Bi êrîşên Tîrmeha 2016’an plana çokşikandinê hatiya sepandin lê bi berxwedana dastanî ya bi pêşengiya ciwanan ev hatiye astengkirin. Ev palan a ku ji hêla AKP’ê ya faşîst ve hatibe sepandin jî, Kurdistan dabe ber xwe û bi dehan bajarên Kurdistanê kavil kiribe jî, bi berxwedana gelê Kurdistanê ev plan hatiye astengkirin û plan têk çûye. Ji ber ku di nav berxwedanê de û di rêveberina wê de bi dehan hevrêyên wekî Serhildan hebûn ku fidayiyên gelên xwe bûn.

Ey ciwanên Kurd, rasteqîniya sereke ya ku hevrê Serhildan kirî meşaleya berxwedanê û ya ku ew kirî fedayiya Rêber Apo, hêrsa wê ya li dijî dagirkeriya TC’ê û pêgirîbûna wê ya li jiyana azad bû. Hemû ciwanên Kurdistanê hûn jî li pey şora fermandar Serhildan, ji bo şerê li dijî dagirkeriyê, ji bo azadiya gelê me berê xwe bidin çiyayên azad ên Kurdistanê. Tevlî nav refên gerîlayên azadiya Kurdistanê bibin. Ji bo tolhildanê û azadiyê, bêyî ku ti hêncet û şertî deynin ber xwe, weke hevrê Serhildan û weke fermana wê, li çiya bin, li bajaran bin, li hundir bin li derve bin mezinkirina berxwedanê tekane peywira serdemê ye ji bo ciwanên Kurd.

Di nav vê çarçoweyê de em weke Komalên Ciwan em dixwazin bang li hemû ciwanan bikin. Hevrê Serhildan (Zehra Eplî) bûye nûnera îdeya jiyana azad a jina Kurd, nasnameya Kurd a azad û ciwanên azad ên Kurd, ya di nav her şert û mercî de. Hemû jin û ciwanên Kurdistanê divê li bîranîna hevrê Serhildana xwedî derbikevin û alaya têkoşînê ya ku dewrî me kirî heta bi serketinê li çiyayên azad ên Kurdistanê li ba bike.”