BI DÎMEN

Nûnerên partiyên Başûrî: Em ê heta dawiyê li ber darbeyê rabin

Endamê Meclîsa Partiyê ya Tevgera Goran Hakîm Ûbeyt û Berdevkê Kerkûkê yê Hizbê Zehmetkêşan Şivan Mihemmed dan xuyakirin, ku ew girtina Hevserokên HDP'ê qebûl nakin û wê li dijî vê têbikoşin.

Nûnerên Tevgera Goran û Hizbê Zehmetkêşan êrîşên AKP/Qesrê yên li dijî HDP'ê nirxandin û gotin, "Bi girtina Hevserokên HDP'ê re derb li demokrasiyê hatiye xistin. Kurd wê li çar parçeyên Kurdistanê li dijî vê heta dawiyê li ber xwe bidin."

Endamê Meclîsa Partiyê ya Tevgera Goran Hakîm Ûbeyt û Berdevkê Kerkûkê yê Hizbê Zehmetkêşan Şivan Mihemmed dan xuyakirin, ku ew girtina Hevserokên HDP'ê qebûl nakin û wê li dijî vê têbikoşin.

Hakîm Ûbeyt da xuyakirin, ku Tirkiye bi van biryaran re ketiye nava serdemeke nû û destnîşan kir, ku ev biryar biryarên kêmkirina demokrasî û azadiyê ne.

Endamê Meclîsa Partiyê ya Tevgera Goran Ûbeyt got, "Ev polîtîka wê Tirkiyeyê bixe nava rewşeke welêt ku derxistina ji van vê rewşê, zehmet e. Tirkiyeyê bi girtina parlamenteran re careke din nîşan da ku nikare xwe li demokrasiyê rabigire. Sedema van êrîşên Tirkiyeyê jî xweranegirtina li destketiyên Kurdan ên li Rojava û Başûrê Kurdistanê ne. HDP'yî nûnerên Kurdan û demokrasiyê ne. Lazim e tevahahiya gelê Kurdistanê, partiyên siyasî û hêzên demokratîk li ber girtinan rabin û helwesteke hevpar nîşan bidin. Girîng e Tirkiye derhal van polîtîkayên xwe biterikîne û bêyî dereng bimîne zemînek nîqaş û diyalogê amade bike. Eger ev nebin, Tirkiye wê bikeve nava rewşeke xitimandî. Bi rêbazên leşkerî ne pirsgirêka Kurd ne jî pirsgirêkeke din dikare bê çareserkirin."

Berdevkê Kerkûkê yê Hizbê Zehmetkêşan Şivan Mihemed jî got, "Bi girtina Hevserokên HDP'ê re êrîş li vîna gelê Kurd hatiye kirin" û wiha dewam kir: "Ji ber girtina Hevserok û parlamenterên HDP'ê Tevgera me daxuyaniyeke nivîskî weşand û dewleta Tirk ji ber van polîtîkayên xwe şermezar kir. Em li pişt vê daxuyaniya xwe ne. Tirkiye bi girtina parlamenterên Kurd re ketiye nava pêvajoyeke jêderketin zehmet e. Lazim e dewleta Tirk baş bi vê zanibe. Gelê Kurd wê ti carî teslîmgirtina vîna xwe qebûl neke. Girtina hevserokan wê pirsgirêkê girantir bike. Lazim e dewleta Tirk bes gelê Kurd qir bike. Gelê Kurd ew gelê berê nîne, gihîştiye asta ku karibe mafên xwe biparêze. Her çar parçeyên Kurdistanê wê li dijî vê rewşê bibin yek."