Dozgeriya Tirk dixwaze Ûca jî bixe girtîgehê
Dozgeriya Tirk doz li wekîla HDP'ê ya Amedê Feleknas Ûca vekir û ji bo were girtin, îdîaname amade kir.
Dozgeriya Tirk doz li wekîla HDP'ê ya Amedê Feleknas Ûca vekir û ji bo were girtin, îdîaname amade kir.
Ûca ku der heqê wê 7 fezleke hebûn, ji ber axaftinên wê bi îdîaya ku ‘propagandaya rêxistinê’ kiriye dihate darizandin. Meha çûyî ji hêla Serdozgeriya Komarê ya Amedê ve hemû dosyayên têkildarî Ûca hatin yekkirin. Wesfê sûc jî kirin ‘endambûna rêxistina çekdar’ Têkildarî van dosyayan de îdîaname hate hazirkirin.
Di îdîanameyê de axaftinên Feleknas Ûca ku demên cuda kiribûn, daxuyaniyên çapemeniyê weke ‘delîlên sûc’ hatin nîşandan û hate gotin ‘tevlî 6 çalakiyan bûye ku çalakî veguherîne propagandaya rêxistinê’. Yek ji van jî ew bû ku Ûca Gulana 2015’an li navçeya Baxlar a Amedê tevlî çalakiya ‘Jin ji bo jiyanê digihijin hev’ bûbû. Axaftinên têkildarî jinên ku li dijî DAIŞ’ê şer dikin weke delîla sûc hatiye nirxandin.
Gotinên Ûca, ‘Jinên Kurd li Rojhilata Navîn, Şengalê, Kobanê ji bo ku radestî tecawizkara nebin, ji bo ku rûmeta xwe biparêzin xwe avêtin berjêr û li rûmeta xwe xwedî derketin. Ji bo vê jî sembolên azadiyê YPJ, YPG û HPG ne’ weke ‘propagandaya rêxistinê’ hate wesfandin.
Di îdîanameyê de hate gotin, ‘dema ku rewşa gumanbar û têşeyê têgihiştina girseya guhdar were berçavkirin, axaftin wê di nav çarçoweya azadiya raman û derbirînê neyê qebûlkirin.’
Dozgeriya Tirk dixwaze ji 7,5 sal heta 15 salan cezayê girtîgehê li wekîla HDP’ê Ûca bê birîn.