Kiryarên qeyûmê li Sûrê ji her alî ve zerar e
Yek ji şaredariyên DBP'yî yên bi darbeya sivîl a rejîma AKP/Qesrê hatiye desteserkirin, Şaredariya Sûrê ye. Kiryarên qeyûmê li vir bicih bûye, mejiyê mirovan disekinîne.
Yek ji şaredariyên DBP'yî yên bi darbeya sivîl a rejîma AKP/Qesrê hatiye desteserkirin, Şaredariya Sûrê ye. Kiryarên qeyûmê li vir bicih bûye, mejiyê mirovan disekinîne.
Alîkarê Waliyê Tirk Bîlal Ozkan ê di 11'ê Îlonê de weke qeyûm li Şaredariya Sûrê hate tayînkirin, bi pêkanîn û kiryarên xwe re nîşan dide, ku armanca rejîma AKP/Qesrê bi desteserkirina şaredariyan çi ye. Agahiyên ku xebatkarên şaredariyê ji ANF'ê re ragihandin, bêhiqûqî û talankariya hatiye kirin, radixe pêş çavan.
PERSONELÊN ŞAREDARIYÊ BI RENGEKÎ DEVKÎ Û NIVÎSKÎ KETIN BER LÊPIRSÎNÊ!
Şaredariya ku di 11'ê Îlonê de hatiye desteserkirin, ji hingî ve hatiye dagirkirin, tîmên taybet bi çekan li nava şaredariyê digerin û bi vî rengî avahî veguherandine mîna girtîgeheke ji ewlekariya bilind. Zext û zordariya li personelên şaredariyê yên ku xizmetê dikin, kêm nabe. Mufetîsên ku bi fermana Alîkarê Walî Ozkan hatin wezîfedarkirin, personelên şaredariyê timî dixin ber lêpirsînê û li derveyî karên dikin, pirsan ji wan dikin. Mufetîşên qeyûm mîna 'sûcdaran' nêzî personelên şaredariyê dibin û weke polîsan van pirsan li wan dikin 'Tu kî ye? Ji ku hatiye? Tu dixwaze çi bike?' Bersiva hin ji van pirsan jî bi nivîskî dixwazin.
KARKERÊN LI EWLEKARIYÊ DIXEBITIN JI KAR AVÊT, YÊN PAQIJIYÊ JI ÎŞKÛRÊ ANÎ
Qeyûm Ozkan ji roja weke qeyûm li şaredariyê hatiye bicihkirin û vir ve hewl dide bi rengekî bê hincet xebatkarên şaredariyê ji kar derxîne û herî dawî 4 wezîfedarên ewlekariyê bi gotina 'pêwîstî bi we nîne' ji kar derxist. Her wiha xebatkarên li qada paqijiyê ya şaredariyê dixebitin, li cihên cuda hatin bicihkirin û li şûna wan xebatkarên nû yên paqijiyê ji ÎŞKÛR'ê hat peydakirin. Ev yek nîşan dide ku qeyûm nikare xwe li personel rabigire. Wekî din, peymana bi Saziya Jinê ya Sarmaşik re hat kirin, ku Qeymeqamê Sûrê beriya niha erê kiribû, bi îdîaya ku zerarê dide şaredariyê, ji aliyê qeyûm ve hat betalkirin. Qeyûm li şûna vê yekê ji odeya xwe ya li şaredariyê re mobîlayên nû kirî, camên odeyê kir ku fîşek pê re neçe.
AMÎRIYA KAR Û BEŞAN JI ALÎGIRÊN AKP'Ê RE HAT DAYÎN
Li Şaredariya Sûrê, kiryarên qeyûm bi jimartinê naqede. Qeyûmê AKP'ê, timî bang li karsazên alîgirê AKP'ê yên li navçeya Sûrê dike û ji karsazan dixwaze ku ji bo înşaetên li Sûrê maşîneyên kar peyda bikin ku pereyê van wê ji aliyê şaredariyê ve were dayîn. Qeyûm bi torpîl nêzî alîgirênA KP'ê dibe û li amîrtiyên beşên xebatê tên bicihkirin. Her wiha mifteyên hemû odeyên li şaredariyê guherand, ku ev mifte bi tenê bi qeyûm re hene. Mifteyên derî danê sibehê ji personel re tê dayîn, êvarê jî jê tê standin.
BI TENÊ AMÎRÊN POLÎSAN WESAYÎTÊN ŞAREDARIYÊ BI KAR TÎNIN
Wesayîtên şaredariyê, bi tenê ji aliyê amîrên ji midûriyetên polîsan hatî ve tên bikaranîn. Personelên danê sibehê tên kar jî, di kontroleke giran de derbas dibin.