YJA Star: Em ê dilsozê bîranîna wan bin

Fermandariya Navendî ya YJA Starê gerîlayên ku li Zagrosê jiyana xwe ji dest dayin bi hurmet bi bîr anî û got ,"Weke hêzên YJA Starê, em sonda xwe dubare dikin ku em ê dilsozê bîranîna wan bin."

Fermandariya Navendî ya YJA Starê têkildarî 7 gerîlayên ku li Zagrosê jiyana xwe ji dest dayin daxuyaniyeke nivîskî da û got , "Di şerê Îlona 2016’an de li Zagrosê hevreyên me Hêlîn Serhat, Dîcle Amed, Gulbahat Cudî, Mizgîn Rustem, Nûda Zendan, Viyan Koçer, Zîlan Pîroz bi lehengî şehîd bûne. Beriya her tiştî serê malbatên welatparêz ên hêja yên şehîdên me û gelê me sax be."

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

"Heval Hêlîn Serhat sala ji 2002’an û heval Dîcle Amed ji 2004’an ve bi awayekî çalak tevlî têkoşînê bûne û bûne xweyî performans. Bi taybetî di salên dawiyê de ji bo şerê şoreşgerî yê gel bibin serî, li eniyên pêş cihê xwe girtine û bi ruhekî fedayî tevlê bûne.

Hevrêyên me Hêlîn Serhat û Dîcle Amed di jiyana xwe ya têkoşînê de her dem bi rikdariya xwe bicihbûna li şertên giran û dijwar ên şer weke rêgezeke sereke qebûl kirine û li gorî vê jî tevlê bûne. Bi kesayatiyên xwe yên kedkar û fidakar, di nav şertên giran û dijwar de, kirine ku hemû hevrêyên wan ji wan hez bikin û ji wan re hurmetdar bin. Hevrê Hêlîn û Dîcle di rêya Şehîd Zîlan de bi helwestên xwe yên biryardar û bi îdîa armanc kirine ku encamên serketî pêk bînin.

Her wiha dîsa hevalên me Gulbahar Cûdî, Mizgîn Rustem, Nûda Zenda, Viyan Koçer û Zîlan Pîroz ku di v îşerî de şehîd bûyin, di şertên giran ên şerê şoreşgerî yê gel de li serketinê asê bûbûn û bi çoş û kelecaniyê tevlê têkoşûnê bûbûn. Îdîa û biryardariya van hevrêyên me yên di eniyên şer de ji bo hevrêyên me bûne moral û motîvasyon.

Em weke hêzên YJA Starê sonda xwe dubare dikin ku dilsozê bîranîna van hevrêyên xwe bin û careke din dibêjin, serê gelê me sax be."