Guven: Em bi ruhê berxwedana Kobanê li ber xwe bidin
Hevseroka KCD'ê Leyla Guven got, pêwîst e li dijî êrîşên AKP’ê her kes bi ruhê berxwedana Kobanê li ber xwe bide.
ANF
AMED
çarşem, 9 sermawezê 2016, 13:30
Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven, endamên Desteya Rêveberiya Navendî ya DBP’ê, endamên Kongreya Jinên Azad (KJA), rêveberên HDP di nav de gelek welatî çûn avahiya rêxistina Partiya Heremên Demokratîk (DBP) û 33 siyasetmedarên di nav de Hevserokên HDP’a Amedê Gulşen Ozer û Cebar Leygara, Hevseroka DBP’a Amedê Hafîze Îpek û hevserokên rêxistinên HDP û DBP’ê yên navçeyên Amedê ku hebûn piştî 28 rojan ji binçavan serbest hatin berdan ziyaret kirin.
'ROJA BERXWEDAN Û TÊKOŞÎNÊ YE'
Di serdanê de Hevseroka KCD’ê Guven axivî û destnîşan kir ku hevalên wan 28 rojan di binçavan de mane û bi pêkanînên dij mirovane re rû bi rû mane. Guven diyar kir ku ji niha şûn ve jî wê li dijî faşîzm û darbeya AKP’ê li ber xwe bidin û têkoşîna xwe bilind bikin û wiha got: "Dem dema em li dijî zextan li ser piya bin. Em ê bi rûhê berxwedana Kobanê, Rojava, yekîtî û tifaqê van êrîşan vala derbixin. Em ê li qada navnetewî û Tirkiyê li berxwe bidin. Heta ku siyasetmedar, hevserok û hevşaredarên me bên berdan em ê di nav xebatan de bin."
'XEBATÊN ME TERORÎZE DIKIN'
Guven çalakiya Zehra Eplî ya ku li Girtîgeha Gebzeyê bedena xwe da ber agir bibîr xist û got ku di şexsê Eplî de ji hemû gelê kurd re sersaxî dixwazin. Guven li dijî “terorîzekirina” KCD’ê jî nerazîbûn nîşan da û got ku ew xebatên demokratîk û legal dikin.