El- Xanim: Çete sivîlan weke mertal bi kar tîne

Fermandarê Giştî yê Tûgya Bazên Reqa Feyad El-Xanim, diyar kir ku di demkî nêz de wê her du baskên Pêngava Xezeba Firatê li derdora Çemê Belîxê bigihin hev.

Fermandarê Bazên Reqayê Feyad El-Xanim ku ji ANHA’yê re axivî diyar kir ku çeteyên DAIŞ’ê welatiyên sivîl wekî mertalên zindî li hemberî pêşveçûna şervanan bikar tînin. Feyad El-Xanim got ku ji ber van sedeman ew lez dikin ku sivîlan rizgar bikin.

Çeteyên DAIŞ’ê derbeyên giran dixun û nema dikarin li hemberî şervanên wan bisekinin, ji ber wê çendê rêbazê teqandina wesayayîtên bombebarkirî bikar tînin û ev jî nîşaneya binketina wan li eniyên şer e. El-Xanim diyar kir ku moralê şevanên li eniyên pêş pir bilind e.

Fermandarê Giştî yê Tugaya Bazên Reqqayê Feyad El-Xanim destnîşan kir ku şervan di çarçoveya Operasyona Çalakiyan a Xezeba Firatê wê di demeke nêz de li nêzî Çemê Belîx bigihêjin hev û her 2 enî bibin yek.