Hilweşîna li Sûrê qediya, 4 tax bi temamî ji holê rakirin
Li navçeya Sûrê, ku bi qedexeya derketina derve re êrîşên gelekî giran ên dewletê lê bû, 4 tax bi temamî ji holê rabûn. Ev hefteyeke kepçeyên li taxê naxebitin.
Li navçeya Sûrê, ku bi qedexeya derketina derve re êrîşên gelekî giran ên dewletê lê bû, 4 tax bi temamî ji holê rabûn. Ev hefteyeke kepçeyên li taxê naxebitin.
Li navçeya Sûr a Amedê, "qedexeya derketina derve" ku di 2'ê Kanûna 2015'an de dest pê kir, hê li 4 taxan dewam dike. Taxên Savaş, Cemal Yilmaz, Hasirli û Fatîhpaşa bi temamî hatin hilweşandin. Di meha Adarê de hat ragihandin ku 'operasyon qediya' ye. Lê tevî vê daxuyaniyê jî hêzên dewletê heta vê hefteya dawî xaniyên li navçeyê xera kirin. Bi dehan kepçeyan, taxên navçeyê hatin hilweşandin. Di encama vî karê hilweşandinê de ji 4 taxan Hasirli û Savaş bi temamî tine bûn. Li taxên Fatîhpaşa û Cemal Yilmaz bi tenê çend xanî man. Ev hefteyeke li taxên Sûrê kepçe naxebitin
Wezareta Bajarvanî û Hawirdorê ku bi navê 'Projeya Îmarê ya Sûrîçî' dixwaze 'bajêr veguherîne', heman piştî şer dest bi vê projeya xwe kir. Xebatkarên li avahiyên dîrokî û mizgeftan dest bi îmarê kirin, dibêjin ku heta ev xanî biqedin wê qedexe dewam bike, ku ev qedexe dikare saleke din dewam bike.
'DORPÊÇÎ ÇIMA NAYÊ RAKIRIN?'
Şêniyên Sûrê yên ku daxwazname dan qeymeqamtiya Tirk û bi vî rengî çûn malên xwe, dan xuyakirin, ku avahiyek mirov karibin di nav de bijîn nema ye. Ji şêniyên Sûrê welatiyekî got, "Hê beriya hefteyekê ez çûm. Mala min li taxa Şavaşê bû. Xaniyên li wir hê nehatibûn hilweşandin. Lê belê karkerên ku xanî xera dikirin ketin hundirê xaniyan û her tişt talan kirin. Hilweşandin jî sekinandine, li hundir kepçe naxebitin. Çima dorpêçiya li Sûrê ranakin? Ev dorpêçî gelekî dirêj bû. Em dixwazin derhal vegerin malên xwe."