Ayata: AKP ya wê bi zorê bimîne, ya jî wê bi zorê biçe

Endamê Komîteya Navendî ya PKK'ê Mûzaffer Ayata diyar kir, ji ber ku parlamenterên HDP'ê nekarîn bên tirsandin û teslîmgirtin, bi fermana Erdogan hatine girtin û got, "AKP êdî ketiye rewşeke welê, ku ya wê bi zorê bimîne, yan jî wê bi zorê biçe."

Endamê Komîteya Navendî ya PKK'ê Mûzaffer Ayata diyar kir, ji ber ku parlamenterên HDP'ê nekarîn bên tirsandin û teslîmgirtin, bi fermana Erdogan hatine girtin û got, "AKP êdî ketiye rewşeke welê, ku ya wê bi zorê bimîne, yan jî wê bi zorê biçe."

Ayata rojeva heyî ji ANF'ê re nirxand.

Mûzaffer Ayata destnîşan kir, ku AKP rewşa darbeyê bi kar tîne û lez daye pêvajoya darbeya dijber. Ayata bibîr xist, ku AKP'ê bi biryarnameyan şaredariyên çav berdabûnê desteser kir û herî dawî jî parlamenter xist girtîgehê.

Di vê mijarê de Ayata got, "AKP dibêje, 'me biryar dane, em ê tevgera Kurd, hêzên demokrasiyê bieciqînin! Kî derkeve hemberî me, em ê hêza dewletê nîşan bidin! Dewlet em e, desthilatdarî em e, qanûn em e, em nûnerê neteweya serdest in'. Bi hêzên herî faşîst û mezhebî yên li Tirkiyeyê re blokeke ava kir. Ti fikara AKP'ê ya li ser lîberalan, Kurdan nemaye. Bendewariyên xwe êdî ji Kurdan nîne. Lewma dixwaze bi zorê bi dest bixe. Bi tepisandina tevgera Kurd dest bi vî karî kirin. Ji bo vê jî bajar şewitandin, bi sedan mirov li kolanan kuştin, dest danîn ser mal û milkên mirovan."

'DI REWŞA HEYÎ DE AKP BI HILBIJARTINÊ NAÇE'

Endamê Komîteya Navendî ya PKK'ê Mûzaffer Ayata destnîşan kir, ku di rewşa heyî de êdî AKP bi hilbijartinê naçe û got, "Ev gelekî zelal e. Di rewşa de CHP di hilbijartinê de nikare AKP'ê bisekinîne. CHP ya wê xwe bicirifîne û tevlî eniyeke demokratîk bike, bi gel re pêşî li AKP'ê bigire, yan jî wê AKP li gorî dilê xwe wan bi kar bîne. CHP a heyî qels e, bandora xwe şikestî ye. Di hilbijartinên 7'ê Hezîranê de AKP ji hikûmeta bi tena serê xwe ket. Zimanê şer derxist pêş. Di 24'ê Tîrmehê de dest bi şer kir. Beriya hilbijartinên 7'ê Hezîranê ji gel re got, 'eger em nebin desthilatdar, wê aramî neyê Tirkiyeyê, wê ewlekarî nemîne, divê em desthilatdar bin'. Lê belê ewlekarî bi cih nehat, Tirkiye ket nava rewşeke hê neewletir. Ji ber ku polîtîkayên wan nîjadperest û faşîst bû. Bi van re ewlekarî nabe."

'TIRKIYEYÊ LI HER CIHÎ DAYE NAVA ŞER, NE DIYAR E WÊ AQÛBETA WÊ ÇI BE'

Ayata da zanîn, ewlekariya welatekî bi tedbîrên polîsan pêk nayê û wiha dewam kir: "Daxwazên civak û meşrû yên gel hene. Eger tu gel weke dijmin îlan bike, tepisandin û tinekirina gel weke polîtîkayekê bipejirîne, wê li hemberî vê yekê berxwedan derkeve holê û tedbîrên tu li dijî berxwedanê bigire jî wê bi kêrî tiştekî neyê. Ewelekarî li aliyekî, niha li her alî neewlekariyeke mezin heye. Di nava artêşa Tirk de hema bêjin ku general nemaye destê xwe dirêjî wî nekirine. Li Sûriyeyê ketin nava şer, wê çi bibe ne diyar e. Li Iraqê da nava şer, ne diyar e wê çi bibe.

'QANÛNÊN KENAN EVREN JÎ TÊRA ERDOGAN NAKE'

Ayata da zanîn, ku li Tirkiyeyê di rewşa heyî de AKP'ê her tişt bi dest xistiye û wiha dewam kir: "Temamiya burokrasiyê, çavkaniyên aboriyê, çapemenî-weşanê bi dest xistiye û bi ku ve dixwaze Tirkiyeyê ber bi wî alî ve dibe. Guh nade sîstema qanûnî-destûra bingehîn. Erdogan dibêje 'Destûra bingehîn li gorî min biguherînin'. CHP neçar e li dijî vê yekê bi daxwaza destûreke bingehîn a demokratîk, bi projeya Tirkiyeyeke demokratîk derkeve pêş. Naxwe wê têk biçe."

'YA WÊ BI ZORÊ BIMÎNE, YA JÎ WÊ BI ZORÊ BIÇE'

Endamê Komîteya Navendî ya PKK'ê Mûzaffer Ayata diyar kir, hilbijartinên 7'ê Hezîranê nîşan dan, ku di nava pêşbirkeke demokratîk de AKP wê encameke çawa bi dest bixe û got, "Tirsa vê yekê di dilê AKP'ê de ye. Ketiye rewşeke welê, ku ya wê bi xwînê-zorê biçe yan jî wê bi zorê bimîne. 'Sîstema Serokatiyê' jî zexteke zordariyê ye. Li Tirkiyeyê, ne sîstemeke serokatiyê ya li mîna DYA, ne jî mîna Fransayê tê xwestin. Sîstemeke bi mejiyê Tirkan, sîstemeke serokatiyê ya unîter, tekparêz û ji ya Saddam dijwartir, tê xwestin. Li Tirkiyeyê hemû cihêrengî weke dijmin tên nîşandan."

'DERDÊ TIRKIYEYÊ DERVE HIŞTINA KURDAN E'

Li ser bandora operasyonên Mûsil û Reqayê li Sûriye û Rojhilata Navîn, her wiha hewldan û gefên Tirkiyeyê, Mûzaffer Ayata ev nirxandin kir:

"Pirsgirêkên gelekî tevlîhev hene; hem hêzên herêmî eleqedar dikin, hem jî hemû hêzên navneteweyî di nav de ne. Rewşeke timî tê guhertin heye. Derdê Tirkiyeyê jî dervehiştina Kurdan e. Yanî Tirkiye dixwaze hem li Sûriyeyê, hem jî li Iraqê bi rengekî aktîf tevlî bibe û Kurdan li derve bihêle. Dixwaze pêşî li avabûneke Kurdan bigire û Sûniyan bêhtir derxînin pêş. Xwedî polîtîkayeke bi vî rengî ya mezhebî ye. Ji ber ku ev rewş li Iraqê hate dîtin, nexwestin Tirkiyeyê tevlî bikin.

Hebûna Tirkiyeyê ya li Iraqê ne meşrû ye. Hikûmetê ev yek erê nekir. Tirkiye bi zorê ket nava welatekî biyanî. Dibêje 'hikûmeta berê em vexwend'. Halbûkî hikûmeta nû daweteke bi vî rengî qebûl nake û dibêj 'biçe-derkeve'. Vê carê jî Tirkmenan ji xwe re dike hincet. Dibêje 'PDK destûrê dide'. Lê belê erka PDK'ê nîne ku hêzeke leşkerî ya biyanî bixe nava axa Iraqê."

Ayata bibîr xist, ku herêma Kurdistanê dewleteke serbixwe nîne û hê bi hikûmeta navendî ve girêdayî ye û got, "Ev rewş di heman demê de PDK'ê û hikûmeta Başûrê Kurdistanê jî dixe nava zehmetiyê, tîne hemberî hikûmeta Iraqê û Îranê. Amerîka jî li gorî van hevsengiyan, nexwest Tirkiye li herêmê hebe. Lê belê hewl dide li hev bîne, nakokiyan nerm bike. Lê belê Tirkiyeyê rîsk daye pêş çavên xwe, dibêje 'çi dibe bila bibe, divê Şengal nebe Qendîla duyemîn, li Iraqê hebûna PKK'ê heye, eger pêwîst bie ez ê li dij şer bikim' û bi vî rengî êrîşan dike."

'TIRKIYE AMADEKARIYÊ DIKE ÊRÎŞÎ HERÊMÊN QENDÎL Û BEHDÎNANÊ BIKE'

Endamê Komîteya Navendî ya  PKK'ê Mûzaffer Ayata da xuyakirin, ku Tirkiye di heman demê de amadekariyê dike êrîşî herêmên Qendîl û Behdînanê bike û got, "Pêkane êrîş jî bike; li hundir şerekî ewçend giran heye, ketiye nava Sûriyeyê û ewqas hêza xwe li Iraqê bi cih kiriye. Li her eniyê, bi şerekî topyekûn bersivê didin Kurdan. Ji ber ku dibêje 'di nava vê tevlîheviyê de ti dewlet bi me nabile'. Li gorî xwe, hewl didin bi vî rengî ji vê krîz û kaosê sûdê bigirin. Têkilî û hêzên dewletan dibînin."

'ŞIKANDINA DAIŞ'Ê LI REQA Û MÛSILÊ PÊKAN E'

Ayata diyar kir, ku di rewşeke bi vî rengî de operasyona Reqayê ketiye rojevê û wiha dewam kir: "Mûsil girîng e, lê bi tena serê xwe têrê nake. Eger wê bi rastî jî DAIŞ ji Rojhilata Navîn were tinekirin, cihê ku herî zêde lê ax bi dest xistiye û hikuma xwe lê dike, Sûriye û Iraq e. Li van welatan jî giraniyê dide ser Mûsil û Reqayê. Eger li van her du herêman bê dorpêçkirin û tesfiyekirin, wê êdî DAIŞ nema karibe zerarê bide, wê êdî ne xetere be. Dibe ku komên marjînal hebin, dibe ku biçe hin welatên din, lê wê li Sûriye û Iraqê êdî ne tehlûke be."

'JI BILÎ HÊZÊN DEMOKRATÎK, ALTERNATÎFEKE DIN NÎNE'

Mûzaffer Ayata bibîr xist, ku Tirkiyeyê ji bo operasyona Mûsilê got, 'Bila PKK û YBŞ tevlî nebe' û bi hevkariya xwe ya bi PDK'ê re ev daxwaza xwe bi cih anî. Ayata anî ziman, ku tevî ku li Sûriyeyê jî ket nava heman hewldanan jî bi ser neket û got, "Alternatîfeke hêzên navneteweyî nîne. Ji bilî hêzên demokratîk, hêzeke ku karibe operasyona Reqayê bimeşîne nîne. Ya wê dest ji şerê li dijî DAIŞ'ê berdabûna, ya jî wê bi desteka hêzên li wir, bi dervehiştina Tirkiyeyê ev operasyon bidabûna destpêkirin."

'POLÎTÎKAYÊN LI ROJHILATA NAVÎN WÊ ÊDÎ NE LI GORÎ DILÊ TIRKIYEYÊ BIN'

Di roja destpêkirina operasyona Reqayê de, rayedarên leşkerî yên Amerîkayê li Tirkiyeyê hin danûstandin kirin û Ayata li ser vê yekê jî ev nirxandin kir:

"Bi hin tawîz û bazariyên cuda, ew îqna kirin. Tawîzên beriya niha rê li ber dagirkeriya Cerablûsê vekir. Niha jî gefê li Efrînê dixwin. Dibêjin 'Divê kanton negihêjin hev. Minbic û El Babê bidin me'. Di rewşa heyî de, Amerîka tevî ku nikare bi temamî Tirkiyeyê bisekinîne jî, hewl dide ku Tirkiye zêde serî nêşîne, provoasyonê neke û pişt ve êrîş neke. Xuya ye hevdîtin li ser vê bingehê hatine kirin. Dibe ku hin tawîz dabin, lê belê ji aliyê Amerîka û Ewropayê ve, polîtîkayên li Rojhliata Navîn wê êdî ne li gorî dilê Tirkiyeyê bin.

'SERÊ TAYYÎP SERÊ DAIŞ'Ê YE, JI WÎ BAWER NAKIN'

Wekî din, serê Tayyîp serê DAIŞ'ê ye. Ji wî bawer nakin. Mezhebparêz e, neteweperest e, kevneperest e, pragmatîst e, dijberê ol û gelan e, sîstemeke dîktatoriyê ava dike, hemû hêzên mûxalîf ên li Tirkiyeyê tesfiye dike. Di rewşeke bi vî rengî ya berçav de wê çawa ji Erdogan bawer bikin? Ji xwe Ahmet Davûtoglû tesfiye kirin, Bînalî Yildirim jî weke karmendekî ji rêzê ye. Ti perspektîfeke xwe ya dîrokî nîne. Bi tenê xwe dispêre hêza dewletê û îdarekariyê dike."

'PIRSGIRÊKA KURDAN, YEKÎTÎ YE'

Endamê Komîteya Navendî ya PKK'ê Mûzaffer Ayata destnîşan kir, ku di nava rewşa heyî de pirsgirêka herî mezin a Kurdan pêknanîna yekîtiyê ye û ev tespît kir: "Weke tevgerê, em gelekî bi vê dibilin. Dîrok tê nivîsandin, Rojhilata Navîn ji nû ve tê dîzaynkirin. Firsendeke bi vî rengî ya zêrîn careke din bi destê Kurdan nakeve. Li çar parçeyan bûne hêz. Partî, saziyên çapemenî-weşanê ava kirin, bi hezaran kadroyên dikarin karê polîtîk bimeşînin afirandin. Hêzên Rojhilata Navîn, hêzên ku dixwestin Kurdan bifetisînin, ji hev belav bûn. Yên ku vê statukoyê diparêzin, di vir de israr dikin Tirkiye û Îran e. Yên mayî nikarin biparêzin. Gelek nakokiyên van hêzan bi cîhana rojava û gelên herêmê re hene. Pirsgirêka herî mezin, bûna yekîtiya Kurdan e."

'EGER KURD LI ÇAR PARÇEYAN BIBIN YEK, WÊ DI VÎ ŞERÎ DE BI SER BIKEVIN'

Ayata anî ziman, ku gel, rewşenbîr û hemû hêzên welatparêz daxwaza yekîtiya navbera Kurdan dikin, lê belê PDK xwe nêzî vê yekîtî û hevgirtinê nake.

Ayata da zanîn, ku cudahiya nêrîn û bernameyên partiyan tiştekî xwezayî ye, ew vê yekê weke pirsgirêkê nabînin û got, "Dibe ku em nikaribin hemû pirsgirêkan jî çareser bikin. Dibe ku beşek ji wan em karibin bi demê re çareser bikin. Lê belê werin em niha di berjewendiyên li Rojhilata Navîn de bigihêjin hev, li qada navneteweyî bila temsîleke hevpar a Kurdan hebe, bila li dijî hev bi dewletan re têkiliyê danînin û bersivê bidin bendewariyên gel. Eger bi vî rengî bibe, ti hêz wê nikaribe şerê li dijî Kurdan bide pêş çavên xwe. Eger rêxistinên Kurdan ên li çar parçeyan bigihêjin hev, wê Kurd şer qezenç bikin."