Di nava 4 rojên pêngava rizgarkirina Reqayê de heta niha gelek gund û gundik ji çeteyên DAIŞ'ê hatine paqijkirin. Şervanên Odeya Çalakiyê ya Pêngava Xezeba Firatê meşa xwe ya azadiyê gav bi gav didomînin.
Ji ber ku çeteyên DAIŞ'ê sivîlan weke mertalên zindî bi kar tînin û gelek mayîn li herêmê bi cih kirine, Şervanên Odeya Çalakiyê ya Pêngava Xezeba Firatê bi rengekî bi kontrol tevdigerin û bi pêş ve diçin.
Di navbera şervanan û çeteyên DAIŞ'ê de her wiha şerekî dijwar diqewime.
Şervanên Odeya Çalakiyê ya Pêngava Xezeba Firatê heta niha bi sedan sivîl ji nava lepên çeteyên DAIŞ'ê rizgar kirine û gihandine qadên azad.
Şervanên Odeya Çalakiyê ya Pêngava Xezeba Firatê, av û nanê xwe bi sivîlên rizgar kirine re parve dikin û bêteredût hewl didin ji hemû pêdiviyên sivîlan re bibin bersiv.