KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Li 8 gundên Amedê derketina derve hat qedexekirin
Li 8 gundên ser bi navçeyên Licê, Hênê û Karazê, derketina derve hat qedexekirin. -
'Têkçûna Reqayê wê bandorê li têkçûna dîktatoriya Erdogan jî bike'
Şervanên Tabûra Enternasyonal ên tevlî operasyona rizgarkirina Reqayê bûne gotin, "Têkçûna Reqayê ku navenda DAIŞ'ê ye, wê bandorê li dîktatoriya AKP-Erdogan a faşîst jî bike." -
Artêşa Tirk a dagirker herêma Cisir Heşarkê didin ber topan
Hat ragîhandin ku artêşa dagirker a Tirkiyeyê herêma sivîl a bi navê Cisir Heşarkê ya girêdayî navçeya Raco ya Efrînê topbaran dike. -
Sêgoşeya Şilo hate rizgarkirin
Pêngava rizgarkirina gundên Şengalê ya ji aliyê hêzên YBŞ-YJŞ'ê ve hatî destpêkirin bê navber berdewam dike. Şervanan sêgoşeya Şilo rizgarkirin. Li gundê Tewrê şer dijwar e. -
Şervanên Xezeba Firatê, gundê Şêx Hesen, Siran û El-Xezalî rizgar kirin
Şervanên Pêngava Xezeba Firatê,gundê Şêx Hesen, Siran û El-Xezalî û girên stratejîk ji çeteyên DAIŞ’ê rizgar kirin. -
Nasnameyên 5 gerîlayan hatin ragihandin
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê nasnameyên 5 gerîlayên ku li Dersîm û Colemêrgê jiyana xwe ji dest dane bi raya giştî re parve kir. -
Xizmên Kesên ku Hatine Nebedîkirin: Hovîtiya li ser me hê jî berdewam dike
Li Amedê parêzvanên mafê mirovan û malbat li aqûbeta kesên ku hatine nebedîkirin pirsîn. Di çalakiyê de li aqûbeta Hacî Bahrî Akdemîr û Hayatî Zengîn pirsîn û diyar kirin hovitiya dewletê ya li ser wan hê jî berdewam dike. -
Mohr li deriyê OGC’ê hat xistin
Êrîşên li dijî rojnamegeran di biryara dawî ya Rewşa Awarte de jî dewam kir. Deriyê OGC’ê jî hat mohrkirin. -
Yuksek: Her ku diçe AKP’ê hê tengavtir dibe
Hevserokê Giştî yê DBP’ê Kamûran Yuksek got, “Her ku diçe AKP’e hê tengavtir dibe. Helbet ev zilm bi vî awayî dewam nake. Zalim wê teqez hesab bidin gel. Serkeftiyên vê têkoşînê wê şopdarên gel bin, em ê bin.” -
KCD: Em bang dikin ku her kes bi hev re li ber xwe bidin
KCD têkildarî girtina rêxistinên saziyên civakî daxuyaniye da û got, “Em bang li her kesî dikin ku bertekê nîşan bidin û bi hev re li ber xwe bidin.” -
Operasyona rizgarkirina gundên Şengalê berdewam dike
Şervanên YBŞ, YJŞ’ê berê vê sibehe ji du bereyan ve êrîş bire ser gundên Sekiniyê û Medîvan ên ku di destê çeteyên DAIŞ’ê de bûn. Şer li herêmê hê jî berdewam dike. -
Nêrweyî: Tirkiyê li Mûsil û Reqayê tek çû
Berdevkê Komîteya Navendî ya YNK’ê Nêrweyî got, ‘’Tirkiye ji bo têkçûna polîtîkayên xwe yên li Mûsil û Reqayê binixumîne li dijî muxalefeta hundir ev çend bû êrîşkar.’’ -
Mohr li Komaleya Çand û Hunerê ya Dîcle Firatê jî ket
Komaleya Çand û Hunerê ya Dîcle Firatê ku bi salan e li Sûrê xebatan dike, hat mohrkirin. -
MHD: Emê xebatên xwe bidomînin
MHD a ku bi biryara Wezareta Karên Hundir ve hate girtin destnîşan kir ku “Heya ku tewanbar hesab bidin, em ê xebatên xwe bidomînin.” -
Operasyona rizgarkirina gundên Şengalê dest pê kir
YBŞ-YJŞ operasyona rizgarkirina gundên Şengalê ku ji hêla çeteyên DAÎŞ’ê hatine dagirkirin, da destpêkirin. -
Li Dihê 6 kes hatin binçavkirin
Li navçeya Dihê ya Sêrtê serê sibehê di serdegirtinên malan de 6 kes hatin binçavkirin. -
Ji girtiyan hevgiriyeke watedar ji bo gelê Şirnexê
Girtiyên PKK’ê û PAJK’ê yên Girtîgeha Amedê, Tîpa D’yê bi mebesta hevgiriyê ya bi gelê Şirnexê re di nav hev de pere komî ser hev kirin û 5 hezar TL ji malbatên Şirnexê re şandin. -
Akademiya Siyasetê ya DBP'ê jî hat mohrkirin
Li Rihayê MEYADER, Akademiya Siyasetê ya DBP'ê li Semsûrê 5 komele, Dîlokê jî NÇM hatin girtin. -
Li Amedê mohr li deriyê komeleyan xistin
Bi Biryarnameyên Di Hikmê Qanûnan De (BHQ) mohr li deriyên Komeleya Hiqûqnasên Mezopotamyayê (MHD), Komeleya Nivîskarên Kurd, GOÇ-DER, MEYA-DER û Navenda Çandê ya Dîcle Firatê xistin. -
‘Heta ku em hilmê digrin em ê teslîm nebin’
Parlamentera Mêrdînê Yildirim ji girtîgeha Tîpa F a Kandirayê peyam şand. Yildirim gelê Mêrdînê silav kir û got; “Heta ku em hilmê digrin, bila ti kes nekeve bendewariya teslîmbûna me.” -
Xezeba Firatê, dewleta Tirk û merheleya krîtîk
Operasyon û şerê li Bakurê Sûriyeyê û Rojava gihiştiye merheleyek krîtîk. Emareyên gelekî bi hêz hene ku wê di rojên pêş de li herêmê bûyerên hesas biqewimin. Niha şerê herî girîng li derdora Bavê û bakurê Reqayê rû didin. -
MEYA-DER a Dersîmê jî hat mohrkirin
Bi biryarnameya Rewşa Awarte ve Şaxa MEYA-DER’ê ya Dersîmê jî hat girtin. -
Şaxa MEYA-DER a Mêrdînê jî hat mohrkirin
Avahiya MEYA-DER’ê ya li navçeya Artûklû ya Mêrdînê jî ji hêla polîsên Tirk hat mohrkirin. -
Li Elbîstanê 7 siyasetmedarên Kurd hatin girtin
Li navçeya Elbîstanê ji 18 kesên ku di serdegirtinên malan de hatin binçavkirin 11 hatin berdan, li gel hevserokên HDP û DBP’ê yên navçeyê 7 kes jî hatin girtin. -
Şervanê YPS’ê Çîçek ber bi bêdawîtiyê hat oxirkirin
Cenazeyê şervanê YPS’ê Nezîr Çîçek ê bi nasnav Rêzan Ferqîn li Amedê di bin dorpêça polîsên Tirk de hat veşartin.