Akademiya Siyasetê ya DBP'ê jî hat mohrkirin

Li Rihayê MEYADER, Akademiya Siyasetê ya DBP'ê li Semsûrê 5 komele, Dîlokê jî NÇM hatin girtin.

Li Rihayê di çarçoveya Qanûna Reveberiya Awarte (OHAL) ya madeya 11'emîn de Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya Kesên Xizmên xwe Winda Kirine ya Mezopatamyayê (MEYADER) û Akademiya Siyasetê ya DBP'ê ji aliyê polîsan û ekîbên aboriyê ve hatin mohrkirin.

LI SEMSÛRÊ 5 KOMELE HATIN GIRTIN

Di heman çarçoveyê de li Semsûrê jî Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya Civakî, Çandî û Perwerdehiyê ya Azîkan, Komeleya Jiyanê ya Jinê, Komeleya Çand û Hunerê ya Pale û Komeleya Çand û Piştevaniyê ya bi Malbatên Xizmên xwe Winda Kirine, li navçeya Kolikê jî Komeleya Kluba Spor û Huner û Çand û Perwerdehiyê ya Komegene hatin mohrkirin.

Li aliyê di li Dîlokê jî deriyê Navenda Çand û Hunerê ya Mezopotamyayê ji aliyê polîsan ve hate mohrkirin.