ANALÎZ

Xezeba Firatê, dewleta Tirk û merheleya krîtîk

Operasyon û şerê li Bakurê Sûriyeyê û Rojava gihiştiye merheleyek krîtîk. Emareyên gelekî bi hêz hene ku wê di rojên pêş de li herêmê bûyerên hesas biqewimin. Niha şerê herî girîng li derdora Bavê û bakurê Reqayê rû didin.

Ji milekî ‘Operasyona Xezeba Firatê’ ya ji hêla Hêzên Sûriyeya Demokratîk bi armanca rizgarkirina Reqayê hatiye destpêkirin dewam dikin, ji milê din jî komên Artêşa Sûriyeya Azad ya ku dewleta Tirk destekê didiyê hewl didin planên xwe yên li dijî Babê bixin dewrê. Divê bê gotin ku bûyerên li dor Babê qasî Operasyona Reqayê girîng û krîtîk in.

OPERASYONA REQAYÊ DI ÇI REWŞÊ DE YE?

Operasyona Xezeba Firatê ya ji hêla Hêzên Sûriyeya Demokratîk ji du baskan ve hat lidarxistin, pêşketinek hê zûtir bi dest xist. Hêzên operasyonê ku ji eniya Eyn Îsa ya li başûrê Til Ebyadê û başûrê bajarokê Silukê ketin nav liv û tevgerê, nêzî 25 kîlometre dan ber xwe. Şervanên QSD’ê yên ji du baskan ketin nav tevgerê, roja 11’ê Mijdarê li Çemê Belixê gihiştin hev. Gundên bi vê şêweyî hatin dorpêçkirin, ji çeteyên DAÎŞ’ê hatin rizgarkirin. Li vê herêmê mirov nikare bêje ku çeteyên DAÎŞ’ê gelekî karîbûn li ber xwe bidana. Bi desteka balafirên şer ên Hêzên Koalîsyonê jî ev herêma navborî bi awayekî lezûbez hat kontrolkirin.

Hêzên Koalîsyona Navneteweyî ya bi pêşengiya DYA piştgiriyê didin operasyonê. Lê, ev destek hê negihiştiye wê astê ku Reqa bi temamî ji DAÎŞ’ê bê stendin. Derfet û destekên ku wê koalîsyon bidin, wê bikaribe leza operasyonê jî bandor bike.

Ne tenê desteka leşkerî, bi taybet jî desteka siyasî ya ku wê DYA bide, dikare rewşa Reqayê zelal bike. Yekîneyên leşkerî yên DYA’yî ku bi hêzên Rojava û Bakurê Sûriyeyê re dixebitin, hê zêdetir ji derdorên ‘komarparêz’ tên. Ango, guhertina rêveberiyê wê hê zêdetir hêzê bide wan. Tê payin ku rêveberiya nû ya Qesra Spî, ‘desteka xwe’ ya heyî bidomîne. Lê, piştgiriya heyî ya DYA sînordar e, têkîliyên siyasî yên bi Rojava re jî ji ber faktora ‘Tirkiyeyê’ hema hem anîne. Lewre jî bingehê siyasî û leşkerî yê DYA û Koalîsyonê wê karibe di astek zêde de leza Operasyona Xezeba Firatê bandor bike. Lewma jî wê Xezeba Firatê bi awayekî baldar û karibe DAÎŞ’ê bi temamî tine bike dewam bike û bi xwezayî demê divê.

REWŞA SIVÎLAN

Di operasyona hefteyekê de gelek sivîl hatin rizgarkirin û gihiştin qadên bi ewle. Lê, ji bo di demên pêş ên operasyonê de bi taybet jî ji bo sivîlên werin destekek cîdî ya lojîstîkê pêwîst e. Hê jî saziyên navneteweyî yên têkîldarî neketine nav liv û tevgerê.

PÊNGAVA NÛ YA TIRKIYEYÊ!

Operasyona Xezeba Firatê ya ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk dane destpêkirin, planên dewleta Tirk a li herêmê serûbin kir. Niha pêşî li Tirkiyeyê hatiye girtin. Mirov dikare qasî leşkerî, vê pêngavê wek serkeftinek siyasî û dîplomatîk jî pênase bike.

Dewleta Tirk ku xeyalê wê yê Reqayê ket avê, li xeta Efrîn, Bab û Marê ku wek nuqteya ‘herî zeîf’ a Rojava û Bakurê Sûriyeyê dibîne, ketiye nav liv û tevgerê. Wek tê zanîn dewleta Tirk naxwaze korîdorek li vê herêmê bê vekirin. Ev pêvajoya ku bi dagirkirina Cerablûs û Raî dest pê kir, li dora Babê didome. Ji bo pêşî li hêzên YPG’ê bigre, niha jî êrîşî gundên li bakurê Babê dike.

QIRKIRINEK ETNÎKÎ TÊ KIRIN

Artêşa Tirk a wek ‘Artêşa Sûriyaya Azad-OSO’ li herêmê tevdigere, beriya niha bi demekê bajarokê Qabasin ê li bakurê Babê dagir kir. Ev cih berê di bin dagirkeriya DAÎŞ’ê de bû. DAÎŞ’ê jî ev bajarok û gundên derdor ‘bêyî şer bike’ dewrî artêşa Tirk kir. Di pêşengiya Yûsûf Şîblî ku wek endamê MÎT’ê tê zanîn û mîna ‘Tirkmen’ tê danasîn, ‘Meclîsa Leşkerî ya Qabasin’ hat îlankirin û bajarok hat dagirkirin.

Yûsûf Şîblî yê endamê MÎT’ê ye û li Tirkiyeyê hatiye perwerdekirin, sala 2013’an bi navê ‘Tûgaya Nûreddîn’ êrîşî Kurdên li Qabasînê kiribû û qetlîam pêk anîbû.

Artêşa Tirk û OSO di rojên dawî de li dor Babê 41 gundên Kurdan ji DAÎŞ’ê teslîm wergirtin. Ji van gundan niha 33 heb kirine mîna xirbeyan. Ji yên din jî hê agahî nayên girtin. Bi kurt û kurmancî, li herêmê qirkirinek etnîkê bi bêdengî tê meşandin.

Artêşa Tirk û OSO, li vê herêmê bi awayekî lihevkirî bi DAÎŞ’ê re tevdigerin. Ti şer naqewimin. DAÎŞ jî dixwaze bi awayekî lihevkirî Babê radestî artêşa Tirk bike û hêzên xwe bikşîne Reqayê.

WÊ ÇI BIBE?

Artêşa Tirk dixwaze ji bajarokê Qabasînê ji milê bakur ve were Babê û rêka mabeyna Bab û Minbicê bigre. Bi heman armancê jî dixwaze rojhilatê Marê, ango ji gundên li bakurrojavayê Babê bikeve nav tevgerê û rêka navbera Efrîn û Babê kontrol bike. Bi vê jî hesab dike ku çûyin û hatina şervanên YPG û QSD’ê ya ji Minbic û Efrînê bigre. Dema vê bike jî wê korîdora mabeyna her du aliyan bigre.

Eger dewleta Tirk vê armanca xwe pêk bîne û ji her du milan ve Babê dorpêç bike, dikare êrîşî Minbic û Efrînê jî bike. Plana wan demdirêj e û bi temamî ji bo şer e. Lewre jî wê li herêmê bûyerên germ pêk werin.

Niha hêzên Bakurê Sûriyeyê û Rojava jî vê planê dizanin. Gelekî zehmet e ku dewleta Tirk vê plana xwe praktîze bike. Lê, ji ber ti vebijêrkên din jê re nemane jî wê ev rageşî bidome. Dema mirov texmîn dike ku wê hêzên Rojavayî jî li beramberî vê bêdeng nemînin, rojên gelekî girîng û germ li pêş me ne.

Bi kurtahî; ji bo Rojava û Bakurê Sûriyeyê hê jî DAÎŞ gef e. Lê, niha ne ya yekem e. Niha tehdîda sereke dewleta Tirk e. Ev tehdît her ku xwe ferz dike şer dibe neçariyek û wê bibe jî.