Operasyona rizgarkirina gundên Şengalê berdewam dike

Şervanên YBŞ, YJŞ’ê berê vê sibehe ji du bereyan ve êrîş bire ser gundên Sekiniyê û Medîvan ên ku di destê çeteyên DAIŞ’ê de bûn. Şer li herêmê hê jî berdewam dike.

Di çarçoveya operasyonê de ya ku bi navê ‘’Pêngava Tolhildana Jinên Êzîdî’’ ji gelek bereyan ve hate destpêkirin, êrîş birin ser girên li derdora gundên Sekiniyê û Mediviyan  ên di destê çeteyan de.

Çeteyên ku derbên giran xwarin cebilxane û çekên xwe hiştin û revî revî çûn.

Êrîşên çeteyan ên bi wesayitên bombekirî jî ji hêla şervanên YBŞ, YJŞ’ê ve hatin pûçkirin. 3 wesayitên çeteyan hatin rûxandin.

Şer berdewam dike.

...