Şervanê YPS’ê Çîçek ber bi bêdawîtiyê hat oxirkirin

Cenazeyê şervanê YPS’ê Nezîr Çîçek ê bi nasnav Rêzan Ferqîn li Amedê di bin dorpêça polîsên Tirk de hat veşartin.

Cenazeyê şervanê YPS’ê Nezîr Çîçek ê bi nasnav Rêzan Ferqîn ku li Taxa Fabrîkayê  ya li Amedê jiyana xwe ji dest da, li Amedê hat veşartin.

Cenazeyê şervanê YPS’ê Nezîr Çîçek, ji ber ji hêla Qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê wesayîta cenaze nehat şandin li Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîl a Amedê hat rawestandin, ji hêla malbatê bi wesayîtek din a cenazeyê hat wergirtin û anîn Goristana Yenîkoyê. Cenazeyê Çîçek di bin dorpêça polîsên Tirk de hat veşartin.