Sêgoşeya Şilo hate rizgarkirin

Pêngava rizgarkirina gundên Şengalê ya ji aliyê hêzên YBŞ-YJŞ'ê ve hatî destpêkirin bê navber berdewam dike. Şervanan sêgoşeya Şilo rizgarkirin. Li gundê Tewrê şer dijwar e.

Pêngava rizgarkirina gundên Şengalê yên di bin destê çeteyên DAIŞ'ê de, ku îro ji aliyê şervanên YBŞ û YJŞ'ê ve hate destpê kirin bênavber berdewam dike.

Di çarçoveya operasyonê de şervanên YBŞ û YJŞ'ê girên li derdora gundên Xeyale û Sikaniye yên dikevin Başûrê Şengalê ji çeteyên DAIŞ'ê rizgarkirin.

Piştre şervanên YBŞ-YJŞ'ê rêya ji navenda Şengalê diçe Çiyayê Şengalê û sêgoşeya Şilo ya dikeve navenda gundê Madîbanê ji çeteyên DAIŞ'ê rizgarkirin, şervanên YBŞ-YJŞ'ê berê xwe dan gundê Tewrê yê di destê çeteyên DAIŞ'ê de. Şervanan girên derdora gundê Tewrê ku dikeve Bakûrê gundê Madîbanê ji çetayan rizgar kir. Piştre jî şervanan çeteyên di nava gundê Tewrê de kirin hedef. Li gundê Tewrê şervanên êrîşên çeteyan yên bi 3 wesayîtan şkandin. Şervanên YBŞ-YJŞ'ê her 3 wesayîtên çeteyan bê ku bigihîn armancên xwe îmha kirin.

Di şer de şervanan dokçayek û qernasek derteser kirin. 3 cenazeyên çeteyên DAIŞ'ê di destê şervanên YBŞ-YJŞ'ê dene.

Li gundê Tewrê şerên dijwar berdewam dike.