Operasyona rizgarkirina gundên Şengalê dest pê kir

YBŞ-YJŞ operasyona rizgarkirina gundên Şengalê ku ji hêla çeteyên DAÎŞ’ê hatine dagirkirin, da destpêkirin.

Hêzên YBŞ-YJŞ’ê vê sibehê bi armanca rizgarkirina gundên Şengalê ku ji hêla çeteyên DAÎŞ’ê hatine dagirkirin, operasyon da destpêkirin.

Di çarçoveya operasyonê de li başûrê Şengalê şerê tund rû dide. Şerê li gundê Xeyale û Sikaniye bi dijwarî didome.

Hêzên YBŞ-YJŞ’ê girên li dor her du gundan jî kontrol kirin. Hate diyarkirin ku şer li nav gund jî didome.