MHD: Emê xebatên xwe bidomînin

MHD a ku bi biryara Wezareta Karên Hundir ve hate girtin destnîşan kir ku “Heya ku tewanbar hesab bidin, em ê xebatên xwe bidomînin.”

Komaleya Hiqûqnasan a Mezopotamyayê (MHD) ya ku bi biryara Wezareta Karên Hundir ve hate girtin daxuyaniyek nivîskî da.

MHD’ê ragihand  ku ev biryar hemû derveyî hiqûqê ne û ti rewabûna van biryaran nîne.

MHD di daxuyaniya xwe de got, “Em radigihînîn ku heya em hesabê sûcdarên Cizîrê, Sûr, Gever û Silopiyayê bipirsin, em ê xebatên xwe bidomînin. Em soz didin gelên xwe, em ê di van demên zehmet de li dijî sûcên ku pêk tên bisekinin.”