KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
MEYA-DER: Em ê ti carî malbatan bi tenê nehêlin
MEYA-DER, ku têkiliyê bi malbatên kesên jiyana xwe ji dest dane re datîne û karê veşartina cenazeyan dike, ji aliyê AKP'ê ve hat girtin. Hevseroka MEYA-DER a Amedê Ayşe Dîcle got, "Em ê ti carî malbatan bi tenê nehêlin." -
Ciwanên Ereb dibin xwedî hişmendî, nasname û çanda neteweya demokratîk
Endamê Rêveberiya Însiyatîfa Ciwanên Ereb Rênas Ezda Şêr: Ciwanên Ereb bi perspektîfa neteweya demokratîk dibin xwedî çand û nasnameyê. -
Gel li gundên rizgarkirî vedigere
Li gundên li derdora Reqayê jiyan asayî dibe. -
Cenazeyên Karabag û Koçtekîn ber bi warê wan ve bi rê kirin
Cenazeyên Gerîlayên HPG’ê Zever Karabag û Sevgî Gûçtekîn ên ku li bejarhiya Dersimê di encama bomberdûmana balafiên şer ênTirk de jiyana xwe ji dest dabûn, piştî ku ji aliyê malbatan ve hate teşxîskirin û şûn de ber bi warê wan ve hatin bi rê kirin. -
Kobanê 2 pakrawanên xwe bi merasîmekê oxir kirin
Gelê Kantona Kobanê bi merasîmekê cenazeyên 2 şervanên azadiyê ber bi rêwîtiya dawî ve oxirkirin. -
Îtiraza ji bo Demîrtaş hat kirin nehat qebûlkirin
Îtiraza li rewşa girtî ya Demîrtaş hat kirin, bêyî ku sedemek bê nîşandan hat redkirin. Parêzer wê serî li Dadgeha Destûra Bingehîn bidin. -
Hêzên El-Senadîd: Em jî tevlî Pêngava Xezeba Firatê dibin
Hêzên El-Senadîd jî biryar dan tevlî Pêngava Xezeba Firatê ya ji bo rizgarkirina Reqayê bibin. -
Balafirên şer ên Tirk Şehbayê bombe dike: 3 sivîlan jiyana xwe ji dest dan
Li gorî agahiyan, balafirên şer ên dewleta Tirk bombe li herêma Babê barandin û ji ber vê êrîşê 3 sivîlan jiyana xwe ji dest dan, bi dehan kes jî birîndar bûn. -
Hejmara qurbaniyên êrîşa li Xezawiyê bû 9 kes
Hejmara mirovên ji ber êrîşa bombeyî ya li benda konktrolê ya li gundê Xezawiyê yê Efrînê rû da, bû 9 kes. -
Li Nisêbînê 'Qedexe û hilweşîn' dewam dike
Li taxên Nisêbînê yên ku bi mehan qedexe lê hebû, hilweşîn dewam dike. -
Desteka ji bo HDP û DBP'ê mezin dibe
Li buroya YNK'ê ya li navçeya Xorman a herêma Şarezor a Başûrê Kurdistanê wêneyên Hevserokên HDP, DBP'ê û Hevşaredara Amedê hatin daliqandin. -
HPG’ê têkîldarî çalakî û operasyonan daxuyanî da
HPG’ê têkîldarî çalakî û operasyonên li Colemêrg û Amedê daxuyanî da. -
‘Girtina Sarmaşikê tê wateya ku 32 hezar mirov neçarî hejariyê werin kirin’
Komeleya Sarmaşikê ku ji bo mirovên ji ber sedema koçberî û şer hejar bûne, yek ji mînaka herî baş a hevgiriyê bû. Rêveberên komeleyê diyar kirin, bi girtina Sarmaşikê re 32 hezar mirov wê neçarî hejariyê werin kirin. -
HPG’ê nasnameyên 14 gerîlayan ragihand
HPG’ê nasnameyên 14 gerîlayên ku li Dersîmê jiyana xwe ji dest dane eşkere kir. HPG’ê got; “Em ê layiqî şehîdên xwe bin û em hevalên xwe yên şehîd bi rêzdarî bi bîr tînin.” -
Odeya Çalakiyê ya Xezeba Firatê: Di 10 rojan de 167 çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin, 34 gund û 31 mezrik hatin azadkirin
Odeya Çalakiyê ya Xezaba Firatê bîlançoya 10 rojan a Pêngava Rizgarkirina Reqqayê ragihand. Odeyê diyar kir,di nav 10 rojan de 167 çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin, 4 bi saxî hatin girtin, 34 gund hatin azadkirin û 550 km xistin xelekê û azadkirin. -
Teşxîsa cenazeyê Mucahît Tekîn çêbû
Cenazeyê Gerîlayê HPG’ê Mucahît Tekîn ku di bomberdûmana hewayî ya li dijî bejahiya Dersîmê de jiyana xwe ji dest dabû, hat teşxîskirin, ji bo veşartinê ber bi Mûşê ve hat şandin. -
Gora Haci Bîrlîk jî hat texrîbkirin
Hêzên dewleta Tirk a faşîst ku li Şirnexê mal hilweşandin, êrîşî gora Haci Lokman Bîrlîk jî kirin. -
Li Şirnexê şopa faşîzma AKP’ê: Tax neman
Di êrîşên qirker ên Şirnexê de tinekirina 8 taxan derbasî wêneyan bû. Hêzên dewletê ku bînahiya HDP’ê jî tine kirin, li cihê ku şer lê nebû jî êrîş bir. -
Li Şirnexê avahiya HDP-DBP’ê jî hatiye hilweşandin
Li Şirnexê domahiya operasyona hilweşîna bajar de ji avahiya HDP-DBP’ê heta park, baxçeyan jî gelek cih hatine hilweşandin. -
Zarokên berxwedana Sûrê di 1 saliya xwe de ne
‘Qedexeya derketina derve’’ ya ku li Sûrê hatibû ragihandin salekê li pey xwe dihêle, navên kesên ku di berxwedanê 103 rojan jiyana xwe ji dest dabûn li zarokan tên kirin. -
'Mohr li ramanê nakeve, têkoşîn wê bidome'
Nûnerên komeleyan, girtina 370 komeleyan weke darbeya sivîl bi nav kirin û bal kişandin ser zêdebûna xweranegirtina li dengê mûxalîf. Nûneran banga xurtkirina têkoşînê li hêzên demokratîk kirin. -
‘Ne dikarin muzîkê bêdeng bikin ne jî govendên me bidin sekinandin’
Nazê Dûman ku yek ji perwerdekara Komeleya Firat Dîcle ya Çand û Hunerê ye got, ‘’Ev êrîş ne tenê li ser hunerê ye, êrîşa li ser Kurdan û jinan e jî. Lê ev êrî ne dikarin muzîkê bêdeng bikin ne jî dikarin govendên me bidin sekinandin.’’ -
Piştî qedexeyê, ji Şirnexê wêneyên yekem
Piştî ku li Şirnexê qedexeya ku 14’ê Adarê hatibû îlankirin bi qismî hat rakirin, ev wêneyên destpêkê hatin girtin. -
YBŞ-YJŞ: Merheleya yekem a operasyonê bi dawî bû
Fermandariya YJŞ û YBŞ'ê têkildarî pêngava Tolhildana Jinên Êzidî, got; " Armanc ew e ku wek şervanên Êzidxanê em xak û rûmeta xwe biparêzin û rizgar bikin." -
Li 13 gundan qedexeya kolanan hat îlankirin
Walîtiya Amedê, îro ji saet 05.00’an ve li 13 gundên girêdayî Licê û Hênê qedexeya kolanan îlan kir.