YBŞ-YJŞ: Merheleya yekem a operasyonê bi dawî bû
Fermandariya YJŞ û YBŞ'ê têkildarî pêngava Tolhildana Jinên Êzidî, got; " Armanc ew e ku wek şervanên Êzidxanê em xak û rûmeta xwe biparêzin û rizgar bikin."
Fermandariya YJŞ û YBŞ'ê têkildarî pêngava Tolhildana Jinên Êzidî, got; " Armanc ew e ku wek şervanên Êzidxanê em xak û rûmeta xwe biparêzin û rizgar bikin."
Fermandariya YJŞ û YBŞ'ê der heqê Pêngava Tolhildana Jinên Êzidî ya ku di 12'ê Mijdarê de ji aliyê hêzên YBŞ û YJŞ'ê ve hatibû destpêkirin daxuyaniyek nivîskî weşand û bi bîr xist ku di 3'yê Tebaxa 2014'an de navenda Şengal û gundên girêdayî wê ji aliyê çeteyên hov ve hatibûn dagirkirin û di wan rojan de jî ti hêz an jî dewlet xwedî Êzidiyan derneketin.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku li ser esasa parastina cewherî jî hêza hatine avakirin û bi taybet êşên ku jin û dayikên Êzidî kişandin ji bo dubare nebin û bîrînên wê werin dermankirin wek keçên Êzidxanê jî yekîneyên xwe yên xweser ava kirine û got; “Di rizgarkirina Şengalê û gelek gundên wê de jî me roleke mezin lîst. Lê belê hê jî gelek gund û esîrên me destê çeteyan de ne."
Fermandariya YBŞ û YJŞ'ê di dewama daxuyaniya xwe de ev gotin; "Ev operasyona me ku rizgarkirina gundên Êzidxanê armanc dike ji çend pêngavan pêk tê. Pêngava yekemin girtina gundên Sikiniyê, Heyalê û xeta navbera geliyê Şilo û sêgoşeya Sewra bû. Ev herêm ji bo me gelek girîng e. Ji ber ku girtina vê qadê, girêdana çeteyan a bi çiyayê Şengalê tê qutkirin û xeta navbera Şengal û Medîvan tê yekkirin.
Di pêngava yekemin de girtina van deran û ewlehiya van deran çêbû. Niha ev herem hatine girtin û em wek hêza YJŞ û YBŞ niha paqijkirina van deran pêk tînin. Ji ber ku çeteyên hov jiyana gelê me bi çandina mayinan dixe nav xeteriyekê de em cihê ku digrin destpêkê paqij dikin.
Wek operasyona rizgarkirina gundên Şengalê, li gor merheleya yekemîn cihên ku hatibûn armanckirin hatin girtin û em dikarin bêjin ku merheleya yekemin temam bûye. Niha cihê ku me girtiye em çeper, satirên xwe çêdikin û qadên ku di destê me de ne em paqij dikin. Em niha derbasî merheleya saxlemkirina cihê ku hatine girtin dibin."
Di dawiya daxuyaniyê de Fermandariya Yekîneyên Jinên Şengalê (YJŞ) û Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) destnîşan kir ku heya pêkanîna van karan pêşveçûna operasyonê hatiye sekinandin, lê operasyon û şer ê li dijî çeteyên hov wê bidome û got; “Heya rizgarkirina hemû gund û jin û zarokên Êzîdxanê em ê têkoşîna xwe bidomînin."