Gel li gundên rizgarkirî vedigere
Li gundên li derdora Reqayê jiyan asayî dibe.
Li gundên li derdora Reqayê jiyan asayî dibe.
Di çarçoveya Pêngava Xezeba Firatê de, meşa şervanên azadiyê ya ber bi Reqayê ve dewam dike.
Piştî ku gundên li derdora Reqayê ji çeteyên DAIŞ'ê hatin paqijkirin, şêniyên herêmê jî dest bi vegera li van cih û warên xwe yên azad kirin.
Reqayî dibêjin, çeteyan bi dehan caran ew talan kirine û jiyan li wan herimandine.
Şêniyên Reqayê dan xuyakirin, ku di bin navê bacê de çeteyan dest danîne ser hemû mal û milkên wan û dibistan jî veguherandine qada perwerdeyê ya şerîatê.
Gundiyan gotin, gelek mal û karker ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve hatine talankirin û şewitandin. Her wiha bi teqemeniyan gelek xaniyên wan hatine teqandin.