'Mohr li ramanê nakeve, têkoşîn wê bidome'
Nûnerên komeleyan, girtina 370 komeleyan weke darbeya sivîl bi nav kirin û bal kişandin ser zêdebûna xweranegirtina li dengê mûxalîf. Nûneran banga xurtkirina têkoşînê li hêzên demokratîk kirin.
Nûnerên komeleyan, girtina 370 komeleyan weke darbeya sivîl bi nav kirin û bal kişandin ser zêdebûna xweranegirtina li dengê mûxalîf. Nûneran banga xurtkirina têkoşînê li hêzên demokratîk kirin.
Piştî ku 370 komeleyên li 39 bajaran li gorî xala 11. a Qanûna Rewşa Awarte di 11'ê Mijdarê de ji aliyê Wezareta Karên Hundir ve hatin girtin, bi lez û bez morh li deriyê komeleyan hate xistin.
Nûnerên komeleyan nerazîbûn nîşanî vê yekê dan.
Serokê Komeleya Rojava Mûstafa Ocakli da xuyakirin, ku ew komeleyeke alîkariyê ye û bêyî bîrdozî, ol, ziman û nîjadan ji hev cuda bikin, heta roja îro alîkarî dane hemû mirovên mexdûr.
Ocakli da xuyakirin, ku wan bexş û alîkariya bi mîlyonan mirovî kirine, gihandine 32 hezar mirovên ji Şengalê koç kirine, 200 hezar mirovên ji Rojava koç kirine û bi deh hezaran mirovên li herêmê ketine bin bandora şer. Ocakli destnîşan kir, ku komeleya wan bi sûcdariyên bêbingeh hatiye girtin û ew vê qebûl nakin.
Ocakli herî dawî got, "Girtina komeleya me wê tiştekî neguherîne. Mîna duh em ê îro jî têkoşîna xwe bidomînin ji bo alîkariyê bigihînin mirovên hewcedar."
Serokê Goç Derê Yilmaz Kan destnîşan kir, ku ew girtina komeleya xwe weke darbeya sivîl dibînin û got, "Li ti devereke cîhanê pêkanîneke bi vî rengî nîne. Em di demeke welê de ne ku demokrasî qediya ye, çarenûsa welêt ji aliyê dengekî bi tenê ve tê diyarkirin. Tevî van hemûyan jî em ê dest ji têkoşîna xwe ya demokrasiyê bernedin.
Kan da zanîn, ku ji sala 1920'an û vir ve li Tirkiyeyê timî polîtîkayên asîmîlasyon û koçberkirinê hatine meşandin û got, "Ji bo em bersivê bidin vê rewşê, komeleya me dest bi kar kir. Di çarçoveya xebatên xwe de em bi civakê re danûstandinan dikin û çavdêriyên xwe dikin rapor. Dema ku mohr li deriyê komeleya me xistin, gotin ku ev ê ji bo 3 mehan be. Lê belê em vê rasteqîn nabînin, ji ber ku rewşa heyî ya welêt nîşan dide, ku dibe ku bi temamî were girtin. Li dijî vê yekê em ê mafê xwe yê hiqûqa hundir û derve heta dawiyê bi kar bînin."
Hevserokê MEYA-DER'ê Hasan Pençe diyar kir, weke encama hewldana malbatên di vî şerê 40 salî de zarokên xwe ji dest dan, komeleya wan di sala 2008'an de ava bûn û got, "Bi saya karên vê komeleyê gelek malbatan cenazeyên zarokên xwe dîtin. Ji ber vê yekê komeleya me bû hedefê dewletê. Ev rewşa heyî, li ti devera cîhanê nehatiye dîtin. Bi girtina komeleyan re hûn tenê dikarin mohrê li deriyan bixin. Nikarin morhê li mejî û ramanê me bixin. Dikarin komeleyan bigirin, lê nikarin pêşî li têkoşîna me bigirin."
Serokê Kurdî Der a Amedê Haci Ozkal da zanîn, ku beriya du rojan ji wan re hatiye ragihandin ku komeleya wan ji bo 3 mehan hatiye girtin û piştî nivîsandina raporên li ser eşyayê li komeleyê, mohr li derî hatiye xistin.
Ozkal diyar kir, Kurdî Der ev 10 sal in bi rengekî fermî dixebite û bi ti awayî karekî li derveyî hiqûqê nekiriye. Ozkal got, "Me li vir karê perwerdeyê dimeşand. Yekane aliyê me yê cuda ew bû, ku me bi zimanê dayikê perwerde didan. Ev rewş xweranegirtina li zimanê gelekî radixe pêş çavan. Ji bo em vî zimanî li her qada jiyanê bi cih bikin, divê em ya ji destê xwe tê bikin. Em mafdar in û haya me ji mafdarbûna me heye. Heta ku em bijîn, em ê têkoşîna xwe ya ji bo demokrasiyê bidomînin."