Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Zever Karabag (Bejan Bîngol) ê ku li gel 14 hevalên xwe li devera Avgosor a li navbera navçeya Xezo û Pilûr a Derdimê 7-8’ê Mijdarê di encama bomberdûmana balafirên şer ên artêşa Tirk de jiyana xwe ji dest dabû û li Saziya Tiba Edlî ya Meletiyê bû ji aliyê malbatê ve hate teşxîskirin.
6 malbat ji ku cenazeyên zarokên xwe teşxîs bikin di saetên sibehê de li pêşiya Saziya Tiba Edlî ya Meletiyê bûn. Di dema karûbarên otospsiyê de rêveberên MEYA-DER û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li gel malbatan cih girt. Ji bo teşxîskirina cenazeyan malbat yek bi yek ketin morgan, li gorî wêneyên ku hatine kişandin hewl dan ku cenazeyên zarokê xwe nas bikin.
Yek ji cenazeyan hate teşxîskirin gerîlayê HPG’ê Zever Karabag e.
Dîsa cenazeyê gerîlaya HPG’ê Sevgî Guçtekîn (Delîla Altin) a ku 7-9’ê Mijdarê li Dersimê di encama bomberdûmana balafiran de jiyana xwe ji dest dabû ji aliyê malbatê ve hati texîskirin. Malbatan piştî ku nimûneyên xwînê û li dozgeriyê îfade dan û şûn de karîn cenazeyên xwe bigirin.
Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Karabag ber bi gundê Alawîza yê girêdayî navçeya Kanîreş ê Çewlikê û cenazeyê Guçtekîn jî ber bi gundê Gundêmîra yê girêdayî Gimgim a Mûşê ve bi rê kirin.