Teşxîsa cenazeyê Mucahît Tekîn çêbû
Cenazeyê Gerîlayê HPG’ê Mucahît Tekîn ku di bomberdûmana hewayî ya li dijî bejahiya Dersîmê de jiyana xwe ji dest dabû, hat teşxîskirin, ji bo veşartinê ber bi Mûşê ve hat şandin.
Cenazeyê Gerîlayê HPG’ê Mucahît Tekîn ku di bomberdûmana hewayî ya li dijî bejahiya Dersîmê de jiyana xwe ji dest dabû, hat teşxîskirin, ji bo veşartinê ber bi Mûşê ve hat şandin.
Cenazeyê 20 gerîlayên HPG’ê yên ku dema bomberdûmana hewayî ya li dijî bejahiya Dersîmê jiyana xwe ji dest dan, li morga Saziya Tiba Edlî ya Meletiyê tên rawestandin. Ji bo teşxîskirina cenazeyan 6 malbat hatin saziyê.
Dema otopsiyê de rêveberên MEYA-DER û Partiya Demokratîk a Gelan jî malbat bi tenê nehiştin. Malbat yek bi yek derbasî morgê bûn, ji wêneyan hewl dan cenazeyan teşxîs bikin. Tenê cenazeyê gerîlayê HPG’ê Mucahît Tekîn (Firat Sîpan) hat teşxîskirin.
Malbatê ku cenazeyê Tekîn teşxîs kirin, mînaka DNA’yê dan nexweşxaneyê. Piştî îfade dan dozgeriyê jî cenaze Tekîn wergirtin û ji bo veşartinê ber bi gundê Baska yê navçeya Gimgim a Mûşê ve ketin rê.
Rawestandina malbatan a li ber Saziya Tiba Edlî ji bo teşxîskirinê didome.