HPG’ê têkîldarî çalakî û operasyonan daxuyanî da

HPG’ê têkîldarî çalakî û operasyonên li Colemêrg û Amedê daxuyanî da.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkîldarî çalakiyên gerîla û operasyonan daxuyaniyek nivîskî weşand. HPG’ê ev agahî parve kirin;

COLEMÊRG

7’ê Mijdarê saet 00.00’an artêşa TC operasyonek berfireh ku qada Faraşîn a Colemêrgê û Kela Cengê, Kunavê, Çalyan, Tirşînê, Çiyareşkê, Berwarsêvdinê û Nordızê digire nav xwe, dabû destpêkirin. 11’ê Mijdarê mabeyna hêzên me û leşkeran de li sêgoşeya gundên Sêl,Çarçel û Kelegirê şer rû da. Li vir hejmara leşkerên mirî û birîndar nehat zelalkirin. Her wiha artêşa TC li qada Faraşînê mal û alavên gel dane ber agir. Leşkerên artêşa TC êşkence li gel kirine û hin gundî jî binçav kirine. Ev operasyon bi desteka cerdevanên eşîra Jirkî dest pê kiriye û cerdevanan li vê herêmê malên gel dizîne û talan kirine. Dîsa, cerdevanan 3 wesayîtên welatparêzan şewitandine. Operasyon hê jî dewam dike.

13’ê Mijdarê saet 14.00-14.30’an hêzên me li dijî artêşa TC a li girê Elîşêr a li qada Oremar a girêdayî navçeya Gever a Colemêrgê bi hewanan çalakî li dar xistin. Di vê çalakiyê de hejmara leşkerên mirî û birîndar nehatine zelalkiirn.

14’ê Mijdarê (îro) saet 09.00’an dema yekîneyek kontra li dora girê Şehîd Karker ê li qada Oremarê bû ji hêla hêzên me ve bi çekên ferdî hat hedefkirin. Li vir kontrayek hat kuştin, kontrayek jî birîndar bû.

13’ê Mijdarê saet 11.30’an hêzên me li dijî leşkerên li girê Koordîne yê girêdayî navçeya Çelê çalakiya sûîqestê li dar xistin û leşkerek kuştin.

AMED

13’ê Mijdarê danê sibehê artêşa TC li qada Şehîd Navdar a girêdayî navçeya Licê ya Amedê operasyonek daye destpêkirin. Ji danê sibehê heta saetên êvarî bi helîkopterên Kobra û hewanan li qadê daye. Operasyon hê jî dewam dike.

ZAP

12’ê Mijdarê saet 11.00-12.00’an balafirên şer ên artêşa TC li qada Qela Bêdê ya herêma Zapê, heman rojê saet 10.30’an jî li qada Şikefta Birîndaran daye.”