Hêzên El-Senadîd: Em jî tevlî Pêngava Xezeba Firatê dibin

Hêzên El-Senadîd jî biryar dan tevlî Pêngava Xezeba Firatê ya ji bo rizgarkirina Reqayê bibin.

Hêzên Sûriyeya Demokratîk di 5'ê Mijdarê de dabû xuyakirin, ku ji bo paqijkirina Reqayê ji çeteyên DAIŞ'ê wan Pêngava Xezeba Firatê dane destpêkirin.

Bi beşdariya hêzên Yekîneyên Parastina Gel (YPG), Yekîneyên Parastina Jin (YPJ), Tûgaya Bazên Reqayê, Tûgaya El-Tehrîr, Tûgaya Şehîdên Reqayê, Tabûra Şehîdên Hemam El-Tirkmen, Tûgaya Şoreşgerên Reqayê, Tûgaya Şoreşgerên Girê Spî û Meclîsa Leşkerî ya Suryanî pêngav hatibû destpêkirin.

Fermandarê Giştî ya Hêzên El-Senadîd Bender Deham El-Hadî ragihand ku ew ê bi hêzeke ji 2 hezar şervanên xwe ve tevlî operasyonên Pêngava Xezeba Firatê bibin.