KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Qeyûmê li Amedê hewl dide rûmeta xebatkarên şaredariyê bişikîne
Qeyûmê AKP'ê, ku Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê dagir kiriye, serê her sibehê bi rengekî biçûkxistinê xebatkarên şaredariyê di kontrolê re derbas dike, bi kamerayê dide şopandin û malperên wan ên înternetê dide kontrolkirin. -
Gerîlayên HPG'ê: Dewleta Tirk mehkûmî têkçûnê ye
Gerîlayên HPG'ê: Hêzên HPG û YJA Starê hêzên fedayî yên Rêber Apo ne. Mehmet Tûnçan, Sêvê Demîran çawa li ber xwe dan, gerîla jî wê bi heman rengî li ber xwe bidin. -
Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Kaya hat girtin
Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Bekîr Kaya hat girtin. -
Hevşaredera Şarederiya Tilqebînê hate binçavkirin
Hevşaredera Şarederiya Tilqebînê Rabîa Takas hate binçavkirin. -
Li gundê Maden ê Şîrwanê di madenekê de hezan çêbû
Li gundê Maden ê Şîrwanê di madena mis (paxir, sifir) de hezan çêbû. -
Kobanê 2 şervanên xwe oxir kirin
Şervanê YPG’ê Ferhat Qoser (Hakan Bîrmic) û endam Hêza Asayîşê Salih Ehmed ên ku di dîrokên cuda de jiyana xwe ji dest dabûn, li Kobanê ber bi rêwîtiya dawî ve hatin oxirkirin. -
Wekîlên HDP’yî Çelê û gundên wê ziyaret kirin
Piştî girtina Parlementerên HDP’ê ya Colemrêgê Selma Irmak, Abdullah Zeydan û Nîhat Akdogan û şûn de, Perlemetera HDP’ê ya Mûşê Bûrcû Çelîk û Parlementerê HDP’ê Lezgîn Botan li navçeya Çelê û gundên wê bi gel re civiya. -
Seroka Şaredariya berê ya Dersimê Edîbe Şahîn hate girtin
Parlementera berê û seroka Şaredariyê berê ya Dersimê Edîbe Şahîn, ji aliyê dadgehê ve hate girtin. -
Gorên Sêvê, Pakîze, Fatma û Mehmet Tûnc hatin ziyaretkirin
Gorên Sêvê Demîr, Pakîze Nayir, Fatma Ûyar ên dema berxwedana xwerêveberiyê ya li Silopiyayê û ya Hevserokê Meclîsa Gel a Cizîrê Mehmet Tûnç ê li Cizîrê hat qetilkirin hatin ziyaretkirin. -
Serokên Odeyên Bajarê Mêrdînê qeyûm protesto kirin
Serokên Odeya Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê bi civîna ku li dar xistin qeyûm protesto kirin. -
Çeteyan Şêx Meqsûd bombe kirin: 7 sivîl birîndar bûn
Çeteyên Koalîsyona Sûriyê îro Taxa Şêx Meqsûd topbaran kir û 7 sivîl birîndar bûn. -
Şervan bi lez ber bi Reqayê ve diçin
Pêngava Xezeba Firatê, bi hemû leza xwe dewam dike, 26 km maye ku bigihin Reqayê. -
‘Em nîşanî tevahî cîhanê bidin ku neviyên Seyîd Riza çokan li ber mêtingeriyê naşkîne’
KCK’ê têkîldar salvegera darvekirina Seyîd Riza û hevrêyên wî daxuyaniyek weşand û got; “Wek neviyên Seyîd Riza em careke din nîşanî tevahî cîhanê bidin ku em ê li ber mêtingeriyê çokan neşkînin.” -
Polîsan avêtin ser Şaredariya Dersîmê
Polîsên Tirk avêtin ser avahiya Şaredariya Dersîmê û niha li nava avahiyê lêgerînê dikin. -
Li şûna qeyûmê kuştî yekî din hat tayînkirin
Ji bo Şaredariya Dêrikê, Cîgirê Waliyê Mêrdînê Alî Îkram Tûna wek qeyûm hat tayînkirin. -
Şervanê QSD’ê Reşîd Girê Spî hat veşartin
Cenazeyê şervanê QSD’ê Reşîd Girê Spî ku di hemleya Xezeba Firatê de jiyana xwe ji dest dabû, li Şehîdgeha Şehîd Mehmûd Tamê ya li gundê Tenhûze yê li rojavayê bajar hat veşartin. -
Li Ezazê êrîş: 30 çete mirin
Li Ezazê di êrîşa wesayîta bombebarkirî de 30 çete mirin. -
Daxuyaniya HPG'ê ya li ser çalakî û şer
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser çalakiyên gerîla û şerê vê dawiyê daxuyaniyeke nivîskî weşand. -
Ahmet Turk qeyûm protesto kir: Wê nikaribin bi ser bikevin!
Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk diyar kir, bi rêya qeyûman wê nikaribin wan têk bibin. Parlamenterê HDP'ê Aslan jî got, "Gelê me wê bi ti awayî van 'serokên' korsan qebûl neke." -
Abdullah: Ji bo serketinê, yekîtiya Kurdan divê
Edîtorê rojnameya Kurdistan Newe Abdullah got, eger operasyonên Mûsil û Reqayê demeke dirêj dewam bikin, wê ev yek ji bo Kurdstanê û tevahiya herêmê xetere be. Abdullah destnîşan kir, divê Kurd ji sedî sed bibin yek. -
DBP: Em ê berxwedana xwe mezin bikin û bersivê bidin êrîşan
DBP'ê têkildarî dagirkeriya AKP'ê ya li şaredariyan got, "Ji ber ku bi hilbijartinê nikare bi dest bixe, bi rengekî nehiqûqî desteser kiriye. Ev zext û êrîş nikarin bi me. Ev ê berxwedana me mezintir bike." -
Hevserokê DBP'ê Kamûran Yuksek hat binçavkirin
Hevserokê Giştî yê DBP'ê Kamûran Yuksek hat binçavkirin. -
Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Odûncû tê veşartin
Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Celal Odûncû li Dersîmê tê veşartin. -
Gûernîca ya AKP'ê: Şirnex
Kolonyalîzmê rûyê xwe yê herî wêranker careke din li Şirnexê nîşan da. Civakên ku nikarin bên asîmîlekirin, hewl tê dayîn bi komkujî û sirgûnê bên terbiyekirin. Şirnex bajarekî hilweşiyayî jî be, mîna Cûdî, Gabar û Besta bi heybet e. -
Êrîşa çekdarî li Alîkarê Hevşaredarên Baglarê hat kirin
Alîkarê Hevşaredarên Baglarê Mûrat Satici bû hedefa êrîşa çekdarî.