Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Odûncû tê veşartin
Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Celal Odûncû li Dersîmê tê veşartin.
Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Celal Odûncû li Dersîmê tê veşartin.
Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Celal Odûncû (Rojhat Dersîm) ê li bejahiya Dersîmê di bomberdûmana hewayî ya 7-9'ê Mijdarê de jiyana xwe ji dest da, tê veşartin.
Ji bo Odûncû îro li Mala Cem a Dersîmê merasîmek hat lidarxistin. Parlamenterê HDP'ê yê Dersîmê Alîcan Onlu û şêniyên bajêr tevlî merasîmê bûn.
Onlu li vir axivî û got, "Bila ji me nepirsin 'hûn mafê xwe helal dikin?' Yê ku mafê xwe li me helal bikin, ew in! Ji sala 1938'an û vir ve em di vê rêyê de dimeşin. Û em dibêjin; hûn ji bo me di vê rêyê de gavan davêjin, lewma hûn mafê xwe li me helal bikin."
Piştî merasîmê cenazeyê gerîlayê HPG'ê Celal Odûncû ji bo were veşartin ber bi qada Kemer a gundê Tulikê ve hat şandin.